Li Amedê jin xwe ji 25'ê Mijdarê re kar dikin
Jinan bang kirin ku 25’ê Mijdarê tevlî meşê bibin.
Jinan bang kirin ku 25’ê Mijdarê tevlî meşê bibin.
Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Rêxistina Navçeyê ya Rezanê ya DBP’ê li hev civiyan, bi wesîleya 25’ê Mijdarê sînevîzyonek nîşan dan. Di çalakiyê de gelek jin hazir bûn. Hevseroka Navçeya Rezanê ya DBP’ê Arzû Kahraman beriya sînevîyonê axivî û li ser mijara tundiya li dijî jinê ya li Tirkiyê şîroveyên xwe kirin. Kahraman bal kişande ser jinên Kurd û serketinên wan û êrîşên li ser wan û got, li dijî tundiya dewletê divê jin xwe biparêzin.
Kahraman got, "Îro cezayê kuştina jinan li Tirkiyê diviya ‘miebbet’ ba lê berevajî vê dewlet van bêceza dihêle. Naxwazin ku jin li dijî vê hovîtiyê dengê xwe dexînin. Li dijî dewletê jin keleh in. Mirovahî bi destê jinê hatiye avakirin. Lê ev hişmendî dixwaze jinan bike kole." Kahraman bang li jinan kir kut evlî meşa 25’ê Mijdarê ya li Parka Koşuyoluyê bibin ku saet 13.00’ê wê dest pê bike.
JI XWIŞKÊN MÎRABEL BER BI JINÊN KURD
Piştî axaftinan di sînevîzyonê de cih dane Xwişkên Mîrabel, Jinên Êzîdî, jinên ku ji hêla hikûmeta AKP’ê ve li qadên xwerêveberiyê hatin kuştin û gotinên li ser jinan ên AKP’ê û siyasetmedarên jin ên DBP’ê. Jinan bi baldarî li sînevîzyonên nerîn.
Bername bi çepik û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.