Li Amedê jin 3’yê adarê dadikevin qadan
Li Amedê jin 3’yê adarê dadikevin qadan
Li Amedê jin 3’yê adarê dadikevin qadan
Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dê di 3'ê Adarê de bi hişyariya "Ji Rozayan heta Sakineyan rêya we rêya me, soza we soza me ye" mitîngê pêk bînin. Aktîvîstên DOKH'ê têkildarî mitîngê bang li hemû jinan kirin û xwestin jin di 3'ê Adarê de li Qada Îstasyonê de bin. Endama DOKH'ê Nurşen Akbal, diyar kir ku armanca wan li Qada Îstasyonê 100 hezar jin kom bikin û wiha got: "Em dê hem ji bo mafê jinê û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bînin ziman.”
Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dê di 3'ê Adarê de bi hişyariya "Ji Rozayan heta Sakineyan rêya we rêya me, soza we soza me ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngê pêk bînin. Jinan diyar kirin ku ew îsal 8'ê Adarê bi hêrs û êşek mezin pêşwazî dikin û li ser bîranînên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Pêşenga PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û endama ciwanan Leyla Şaylemez, bi hişyariya "Ji Rozayan heta Sakineyan rêya we rêya me, soza we soza me ye" têkoşîna xwe bilind bikin. Aktîvîstên DOKH'ê ji bo mitînga 3'ê Aderê ku li Qada Îstasyone pêk bînin lez dan xebatên xwe. Jin armanc dikin ku îsal mitînga jinan a herî mezin li Amedê pêk bînin.
Endama Komîteya Amadekar a mîtingê Nurşen Akbal, diyar kir ku ew dê di 3'ê Adarê roja şemiyê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngêpêk bînin û dê ji Deriyê Rihayê heta qada mitîngê ya Îstasyonê meşê pêk bînin. Akbal, da zanîn ku dê mitîngê saet di 11.00'an de pêk bînin û wiha got: "Ji bo mitîngê em niha belavokan belav dikin û civînên li taxan pêk tînin. Me ji bo mitîngê serlêdana fermî kir. Em armanc dikin ku li qada mitîngê 100 hezar jin kom dikin." Akbal, dazanîn ku ew dê di mîtingê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, êrîş û zextên li ser jinê peyamên girîng bidin. Akbal, diyar kir ku dê hunermend Rojda, Eylem Aktaş û Ayşenur Kolivar jî tev li mitîngê bibin û konser bidin.
Akbal, anî ziman ku wan li gelek kolan û kuçeyan pankart û bîlbaordên bi dimilî û kurmancî vekirine û bang li heû jinan dikin ku tev li mitîngê bibin.