Li Afganîstanê kesên Ferhunde lînç kirin, rastî cezayê darvekirinê hatin

Li paytexta Kabîl a Afganîstanê, jina bi navê Ferhunde ya 28 salî bi îdîaya ku pêlê Qurana-Kerîm kiriye, hatibû lînçkirin û kuştin. Di doza têkildarî bûyerê de 4 mêr rastî cezayê darvekirinê hatin.

Li paytexta Kabîl a Afganîstanê, jina bi navê Ferhunde ya 28 salî bi îdîaya ku pêlê  Qurana-Kerîm kiriye, hatibû lînçkirin û kuştin. Di doza têkildarî bûyerê de 4 mêr rastî cezayê darvekirinê hatin.

Doza ku di nav de 19 polîs jî hebûn bi giştî 49 gumanbarên ku dihatin darizandin, ev 4 roj e li Kabîlê didome. Di biryara îro de 4 kes rastî cezayê darvekirinê hatin, 8 kes rastî 16 sal ceza hatin û 18 kes jî bê sûc hatin dîtin.

Doza têkildarî 19 polîsan de jî roja Yekşemê pêk tê. Polîs bi sûcdariya ku peywira xwe nekirine û ji mirina Ferhundeyê re dengê xwe nekirine, tên sûcdarkirin.