Leyla Qasim pêşengeke azadiya jinê û neteweyî ye

Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Şehîd Sîrwan a Kerkûkê û aktîvîsta mafên jinê Şukufe Mûhammed got, "Leyla Qasim di dema xwe de yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna neteweyî bû."

Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Şehîd Sîrwan a Kerkûkê û aktîvîsta mafên jinê Şukufe Mûhammed da xuyakirin, ku Leyla Qasim di dema xwe de bi pêngaveke şoreşgerî li dijî rejîma Iraqê serî rakiriye û bû yekemîn jina ku di oxira têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de li Rojhilata Navîn hat darvekirin.

Mûhammed da zanîn, li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran jinên li ser xeta azadiyê ne, Leyla Qasim didin jiyîn û got, "Jinên Kurd li ser şopa Leylayan, Sakîneyan îro li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat li dijî zilmê bi rûmetdarî têdikoşin."

PÊNGAVA LEYLA QASIM PÊNGAVEKE ŞOREŞGERÎ YE

Mûhammed bibîr xist ku Leyla Qasim di nava malbateke welatparêz de, di nava şert û mercên dijwar ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de mezin bû, di sal 1971'ê de dema ji bo xwendina civaknasiyê çû zanîngeha Bexdayê piştî demeke kurt têkoşîn ji nêz ve nas kir û bi rengekî çalak tevlî bû. Mûhammed destnîşan kirin, ku di nava şert û mercên zehmet ên wê demê de pêngava Qasim pêngaveke şoreşgerî bû.

Şukufe Mûhammed diyar kir, Leyla Qasim a ji navçeya Xaneqînê, di demeke kurt de tiştên gelekî girîng bi ser xist û anî ziman, piştî darvekirinê jî ji bo jinên Kurd bû pêşengek.

Mûhammed got, "Ya ku wê çaxê li Başûrê Kurdistanê li pêş bû, têkoşîna PDK'ê bû. Leyla Qasim bi rengekî xwezayî di nava vê rêxistinbûyînê de cih digirt. Êdî ew bi xwe nefereke têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di sala 1974'an de hat girtin û heta hat îdamkirin têkoşîna xwe bênavber dewam kir.

Leyla Qasim, ji ber ku bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû, hat darvekirin. Bû jina yekemîn a li Rojhilata Navîn hat darvekirin. Tevî ku hat darvekirin jî Leyla Qasim bi têkoşîn û berxwedana xwe ve, ji bo têkoşîna jinên Kurd her tim bû pêşengek."

Şukufe Mûhammed diyar kir, têkoşîna Leyla Qasim îro li Rojava û li nava refên gerîla ji aliyê bi hezaran jinan ve hatiye mezinkirin û got, "Bi hezaran jinên Kurd li eniyê, li nava siyaetê bi rengekî aktîf têdikoşin. Mîna Leyla Qasim bi hezaran şoreşger û jinên pêşeng ên Kurd derketin holê. Mînak; Sakîne Cansiz jî semboleke şoreşgeriya jinên Kurd e. Her wiha li Başûrê Kurdistanê Viyan Soran jî bi heman rengî sembolek e."

Mûhammed da xuyakirin, ku têkoşîna azadiya jinê bi tenê ji navên sembol pêk nayê û destnîşan kir, ku di pêşengiya wan de li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran jinên Kurd welatê xwe diparêzin.

Şukufe Mûhammed da zanîn, ku Leyla Qasim hem nefereke pêşeng a têkoşîna rizgariya neteweyî ye, hem jî pêşengek têkoşîna azadiya jinê ye û destnîşan kir, ku Leyla Qasim ev her du nasname di têkoşîna xwe de baş temsîl kiriye.

...