BI DÎMEN

Letîf: Civakek azad bi nêrînên Ocalan dikare ava bibe

Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyeyê Telar Letîf destnîşan kir, ku civakeke azad bi nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare ava bibe.

Yek ji beşdarên konferansa "Bi nêrînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" akademîsyen Telar Letîf got, "Ji bo jina azad bibin, divê zîhniyeta heyî bê hilweşandin. Yanî divê şoreş pêk were."

Letîf bibîr xist, ku yek ji mijarên li konferansê tê nîqaşkirin pirsgirêka azadiya jinê ye û got, "Bîr û baweriya giştî ya li konferansê derket holê ew e, ku sîstemê bi qasî jinê, mêr jî kiriye koleyê xwe. Haya jinan ji vê rastiyê heye û li gorî vê yekê têkoşîna xwe ya azadiyê dimeşînin. Lê belê mêr hê naxwaze vê rastiyê bibînin û xwe weke xwediyê desthilatdariyê dibînin. Mêr weke koleyekî vê sîstemê bêdeng e."

Telar Letîf got, "Em encax bi nêrînên Birêz Ocalan dikarin azad bibin, civakeke azad bafirînin" û diyar kir, haya jinên li Başûrê Kurdistanê bi têrkerî ji vê rastiyê nîne.

Akademîsyen Letîf da xuyakirin, ku ji bo têkiliyên serdestiyê yên heyî ji holê were rakirin, pêwîste di asta şoreşê de zîhniyet were guhertin û got, "Ji bo em vê hişmendiyê li nava civakê belav bikin, jinê û civakê zane bikin, divê em hîn bêhtir têbikoşin. Jinên Kurd niha bi sîstema hevserokatiyê ve têkoşîna azadiyê ya jinê derxistine asteke girîng. Lê li Başûrê Kurdistanê, mînak; berê gelek jinan li çiyê pêşmergetî kirin, lê belê li qada civakî ti roleke xwe nîne. Di qada civakî de cihê jinê nîne. Ev zîhniyet bi pirsgirêk e û pêwîstî bi zîhniyeteke nû heye. Dirûşme têrê nake, pratîk divê. Nêrînên Birêz Ocalan ên li ser vê mijarê gelekî hatin nîqaşkirin, divê ev nêrîn bikevin pratîkê."