'Lêgerîna tazî ya li jinan tê kirin, ji bo zêdekirina zexta baviksalariyê ye'

Nûnera Tora Jinê ya Komeleya Civaka Sivîl parêzer Ezgî Dûman diyar kir, zêdebûna lêgerîna tazî ya li qereqol û girtîgehan li jinan tê kirin, ne ji ber gumana sûc e, ji bo zêdekirina zexta baviksalariyê tê kirin.

Nûnera Tora Jinê ya Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Înfaza Ceza parêzer Ezgî Dûman diyar kir, zêdebûna lêgerîna tazî ya li qereqol û girtîgehan li jinan tê kirin, ne ji ber gumana sûc e, ji bo zêdekirina zexta baviksalariyê tê kirin. Dûman bang li hemû jinan kir ku dema zexteke bi vî rengî li wan hat kirin yekser serî li rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan bidin û gilî bikin.

Li navendên binçavkirinê, îşkenceya zayendî ya di bin navê 'lêgerîna tazî' de tê kirin zêde bûye.

Jinên ji Ciwanên Azad, ku çend roj berê dema li Beşîktaşê belavokên 1'ê Gulanê belav dikirin hatin binçavkirin, li Qereqola Polîsan a Beşîktaşê rastî îşkenceya 'lêgerîna tazî' hatin. Jinên li dijî vê derketin, rastî lêdanê hatin. A.K. a di operasyona li hemberî xwendevanên kovara Ozgur Gelecekê de hat binçavkirin, li mala xwe rastî zexta lêgerîna tazî hat.

Ne tenê li binê çavan, di heman demê de li deriyê girtîgehan her wiha di dema sewqa ji girtîgehekê ber bi girtîgeha din ve, zexta lêgerîna tazî li girtiyên jin tê kirin.

Nûnera Tora Jinê ya Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Înfaza Ceza parêzer Ezgî Dûman têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî. Dûman diyar kir, tevî navendên binçavkirinê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Şakran a Îzmîrê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û Girtîgeha Tarsûzê lêgerîna bi rengekî tazî li girtiyên jin ên siyasî yan jî edlî tê ferzkirin. Dûman da xuyakirin, ku ev îşkence hema hema li hemû jinên piştî mehên dawî yên sala 2015'an li bajarên Kurdan hatin binçavkirin, hatiye kirin.

Dûman da zanîn, ev biçûkxistin an jî destwerdana li nasnameya zayendî, vîn û bedena jinê, tê wateya destdirêjiya zayendî û destnîşan kir, mîna êrîşên din ên zayendî di lêgerînên li girtîgehan û binê çavan, beyana jinê esas e.

Parêzer Dûman ragihand, destdirêjiya zayendî ya li navendên binçavkirinê û girtîgehan li jinan tên kirin, di bin navê 'lêgerîna tazî' de tên kirin û got, "Mixabin qanûnên heyî destûrê dide lêgerîna tazî."

'LÊGERÎNA TAZÎ PÊKANÎNEKE KÊFÎ YE'

Dûman da xuyakirin, ku li gorî qanûnê eger 'gumanek maqûl hebe' lêgerîna tazî li gumanbarekê/î tê kirin û got, "Ya yekemîn; divê gumana maqûl hebe ku li ser gumanbar an jî girtî, li ser bedena wê/î tiştekî sûc hebe. Ya duyemîn; ev tişta sûc tê dîtin dema bi rengekî din nikaribe bê tespîtkirin. Rewşeke bi vî rengî tinebe, hêzên ewlekariyê neçar in bi aletên teknîkî lêgerînê bikin. Lêgerîna tazî rêbaza ku herî dawî serî lê bê dayîn e. Lê belê di pratîkê de rewş ne bi vî rengî ye. Der barê gumana maqûl de sedemeke bi tenê jî nayê nîşandan. Bi rengekî kêfî tê kirin."

Parêzer Ezgî Dûman destnîşan kir, ku lêgerîna tazî ji bo zêdekirina zexta baviksalariyê ya sîstemê li dijî jinê tê kirin û goti "Mîna her tiştî 'sûc' û 'ceza' jî bi rengekî zayendperestî tê nirxandin."

'DIVÊ JIN GILIYÊ BERPIRSYARAN BIKIN'

Dûman da xuyakirin, ku mafê jinan heye li dijî lêgerîna tazî derkevin û ev pêşniyar li jinan kir: "Pêwîste hêzên ewlekariyê belgeyeke nivîskî ya li ser sedema lêgerînê nîşan bide. Jin dikarin vê bixwazin. Lê belê wergirtina vê belgeyê pêkan nîne. Jinên ku tevî hebûn û nebûna wê belgeyê rastî zexta lêgerîna tazî tên, divê serî li rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan bidin û giliyê berpirsyaran bikin. Ji ber ku di vir de pêkanîneke li dijî hiqûqê heye. Ji bo ev pêvajoya hiqûqî bi ser keve, divê bi piştgiriya jinan, raya giştî di vê mijarê de were hişyarkirin."