Kurdistaniyan daxwaza 'edalet û ronahiyê' li Parîsê dubare kirin
Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, lêgerîna li edaletê dewam dike.
ANF
PARÎS
çarşem, 13 gulanê 2015, 15:25
Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, lêgerîna li edaletê dewam dike. Kurdistaniyan mîna her hefteyê bi dirûşmên "Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdan in", "Em edaletê dixwazin" meşiyan.
Kurdistanî û jinên endamê Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên li ber lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê hatin cem hev, saet di 14:00 de dest bi meşê kirin. Kurdistaniyan bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza xwe ya ji bo edalet û ronahiyê dubare kirin û bêdengiya dewleta Fransayê protesto kirin.
Di meşê de der barê bêdengiya dewlet Fransayê ya li hemberî vê komkujiyê de, belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Dûre endama Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat li vir axivî. Serhat di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Fransa hewl dane komkujiyê ronî bike. Serhat di dawiya axaftina xwe de ji bo meşa bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' ya 14'ê Gulanê li Paris Gare de l’Est a saet di 14.00 de bang kir.