Kurd û dostên xwe di şahiya Çandê de li hev kom bûn -HATE NÛKIRIN

Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29’an îsal li Hollandayê pêk hat. Bi hezaran mirovên ji Ewropayê berê xwe dan qada ku şahî lê bê kirin.

Şahiya Çanda Kurd a îsal li Hollandayê ji aliyê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-NED) hate kirin.

Şahiya ku li bajarê Kandgraf hate kirin, bi deh hezaran welatî yên ji deverên cihê yên Ewropayê bi otobusan û wesayîtên taybet berê xwe dan qada şahiyê.

Şahî sala 2020’ê ji ber şewba vîrûsa Koronayê nehatibû kirin.

Kesên ku karta bikaranîna derziya li dijî koronayê û testa Covît-19 pêk anîbûn girtin qada şahiyê. Gelek komên Ewropî û Tirkiyeyî tevlî şahiyê bûn.

Li qadê li gel standên pirtûk, rojname, xwarin-vexwarin, standên gelek saziyên ku xebatên çandê dikin, hatin danîn.

Dîsa li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ’ê hatin hildan.

Li qada şahiyê pankarta ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike hate vekirin, dîsa li ser dikê posterê li ser ‘Free Ocalan- Ji Ocalan re azadî’ vekirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û diyar kir ku hemû gelên cihanê ‘Sekna gelê Kurd’ dît û di şexstê ‘şehîd Sînan Dersim de hemû şehîd’ bîr anî.

Koç nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk û hevkarên wê da diyar kir ku berpirsyariyeke mezin a gelê Kurd û dostên wan ên li dijî dagirkerî û ji bo rakirina tecrîdê heye.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur jî destnîşan kir ku konsepta dagirkerî û îmhayê ya dewleta Tirk a dagirker vala derxistine. Goksûngur got: “Li vir Kurd dema xwedî li çanda xwe derdikeve heman demê li dijî xeta xiyanetê xeta azadiyê esas digire.”

Goksûngur a bang li NATO, DYE û welatên Ewropayê kir û got: “Ji Kurdan, Kurdistanê û dostên wan netirsin. A hûn jê bitirsin hişmendiya DAÎŞ’ê ya ku dixwaze Kurdan tine bike ye, sîstema kapitalîzmê ye. Kurd heta dawî wê têkoşîna doza xwe ya rewa bidomîne.”

Di şahiyê de bernameyeke xurt a çand û hunerê jî heye. Yelda Ebbasî, Çoman Reşîd, Hozan Canê, Şivan Perwer, Hozan Diyar û Nanobeat tevlî şahiyê bûn û gelek peyam hatin şandin.

Di şahiyê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku çar dewletên dagirker di serî de li ser esasê konsepta navneteweyî li dijî gelê Kurd şerek tê meşandin û got “Li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî tê bikaranîn. Dijmin li her çar parçeyên Kurdistanê çi bike jî divê em bi îradeya berxwedêr li hemberî dijmin li ber xwe bidin.”

Serokê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan (AIDL) Dr. Muhammed El Şamî jî got “Têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû gelan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alaya azadiyê bilind kiriye, em jî kêfxweş in ku îro li vir in. Em ê jî têkoşîna xwe bi we re bidomînin. Em sozê didin we em ê peyama we bigihînin ji saziyên navneteweyî û gelê Ereb re. Em tevî têkoşîna gelê Filîstinê, têkoşîna gelê Kurd jî bidin naskirin.”