Kovara Marîanne ya Fransî, şervanên Êzîdî yên li Şengalê vegot
Kovara heftane ya Marîanne ku li Fransayê bi nav û deng e, roportajek bi şervanên jin a ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku bi çeteyên DAIŞ’ê re têdikoşe, weşand.
Kovara heftane ya Marîanne ku li Fransayê bi nav û deng e, roportajek bi şervanên jin a ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku bi çeteyên DAIŞ’ê re têdikoşe, weşand.
Kovara heftane ya Marîanne ku li Fransayê bi nav û deng e, roportajek bi şervanên jin a ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku bi çeteyên DAIŞ’ê re têdikoşe, weşand.
Di roportaja berfireh a ji kovara Marîanne de YBŞ’ê û şervanên jin ên Êzîdî ku di bin banê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de ne, cih girtin.
Rojnamevana Fransî Sophîe Moûsset di mehên bihurî şervanên YJŞ’ê ziyaret kir, têkîldarî jiyana têkoşîna rojane, sedema tevlîbûna wan a yekîneyên parastinê û nêrînên wan ên derbarê cîhanê de ji şervanên YJŞ’ê Dersîm, Azadî Evîndar û Tanjya fikir girtin.
Rojnamevan Sophîe Moûsset bal kişand ku Êzîdî, Tebaxa 2014’an bi qetlîama çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû mabûn û bi saya PKK’ê û YPG’ê ji qetlîamek mezin hatibûn rizgarkirin. Her wiha Moûsset bi bîr xist ku Êzîdiyan hin cîranên xwe yên Ereb ên tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne û di qetlîamê de cih girtine jî ji bîr nekirine. Şervana jin Dersîm ya 20 salî ji Moûsset re axivî, destnîşan kir ku tevî hemû bûyeran jî li hember gelê Ereb ne xwedî hêrs in, tenê hêrsa wan li hember kesên tevlî DAIŞ’ê dibin hene.
Dersîm got dema şervanek jin a Îlona 2014’an bi doçkeyek li ser wesayîtekê ve tena serê xwe çeteyên DAIŞ’ê dîtiye, biryara tevlîbûna têkoşînê daye, xwestiye tevlî YPG’ê bibe, lê piştre tevlî YBŞ’ê bûye. Dersîm ragihandin ku piştî wê 3 xwişk û 2 birayên wê jî tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûne, destnîşan kir ku tevî çeteyan 7 hezar jin û zarok revandine jî peşmerge û hêzên din ên Êzîdiyan parastin nekirine.
Di roportajê de bal tê kişandin ku bi PKK’ê re şervanên jin ên Kurd têkîldarî mafên jinan hedefên xwe mezin danîne û ev axaftinên Dersîm hatin parvekirin: “Ez dixwazim guhertinên jinan li tevahî Kurdistanê belav bibe û li tevahî Rojhilata Navîn mafên jinan bê nasîn, ev jî mijara çend salan e. Divê em li Afrîka jî ji bo mafên jinan têbikoşin.”
Di roportaja Marîanne de li ser nerazîbûnên şervanên jin ên li beramberî peşmergeyên PDK’ê û komên girêdayî wan tê rawestandin, her wiha helwestên kesên ku di qetlîama Şengalê de bêdeng mabûn, niha çawa li dijî şervanên PKK’ê disekinin jî cih girtin.
Şervanên jin, destnîşan kirin ku Şengal û derdora wê pêwîstiya xwe bi ji nû ve avakirinek cîdî heye û ji bo vê jî piştevaniya navneteweyî pêwîst e. Şervanan diyar kirin ku heta niha alîkariyên mirovî bi saya PKK’ê heta astekê hatiye çareserkirin, lê gotin ji bo bi taybet nexweşan jî destekek hê zêdetir lazim e.
Navnîşana roportaja di Marîanne de wiha ye:
http://www.marianne.net/reportage-au-kurdistan-irakien-les-combattantes-yezidies-100242905.html