Kovara Jineolojî ji 8'ê Adarê û pê ve digihêje ber destê xwendevanan
Ermîş diyar kir, Kovara Jineolojiyê wê ji 8'ê Adarê û pê ve bigihêje ber destê xwendevanan û got, "Jinolojî; li dijî her şêwe feraseta desthilatdariyê ya parçe dike, dike dijber û li hemberî hev radike, seknek û projeyeke ronakbîriyê ye."
HALÎT ERMÎŞ
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 2 adarê 2016, 10:16
Berpirsyara Weşana Giştî ya Kovara Jineolojiyê Nahîde Ermîş diyar kir, Kovara Jineolojiyê wê ji 8'ê Adarê û pê ve bigihêje ber destê xwendevanan û got, "Jinolojî; li dijî her şêwe feraseta desthilatdariyê ya parçe dike, dike dijber û li hemberî hev radike, seknek û projeyeke ronakbîriyê ye."
'JINEOLOJÎ HEWLDANA FÊMKIRINA MIROV, XWEZA Û TEVAHIYA GERDÛNÊ YE'
Ermîş, ji ANF'ê re axivî û bi vî rengî Jineolojî kurteber kir: "Jineolojî li hemberî dîroka civakî ya jinê ya serberjêr û li hemberî feraseta sîstema kapîtalîst rexne û destwerdaneke bingehîn e. Bi îdîaya bûyîna alternatîf ji zîhniyeta sîstema kapîtalîst, bi têgihiştina sîstem û siberojeke nû, bi feraseteke civakî ya nû û dîrokeke nû re, sîstema xwe dihûne. Bêguman her sîstem xwedî astên nêrîn, pêşketin û gihîştinê ye. Jinoelojî encameke vê diyalektîka pêşketinê ye. Hewldana fêmkirina xweza û mirovan, fêmkirina temamiya gerdûnê ye."
Ermîş got, "Jinolojî; li dijî her şêwe feraseta desthilatdariyê ya parçe dike, dike dijber û li hemberî hev radike, seknek û projeyeke ronakbîriyê ye" û destnîşan kir ku vê projeyê di nava civakê de bersiva xwe dîtiye.
Ermîş anî ziman, ku ew dixwazin arkeolojiya ronîkirina cewhera başkirin, hevgirtin û hilberînê ya jinan û tevahiya mirovahiya bindest biafirînin û destnîşan kir, ku li hemberî feraseta 'eger tu ne ji min e, hingî tu tine ye' ya kapîtalîzma wehşî, tespîta pêwîstiya bi arkeolojiya jinê, yek ji girîngtirîn tespîtên jineolojiyê ye. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku tarîtî bi rengê herî dijwar lê serdest e, derbûna jineolojiyê girîng e."
'JI BO RAGIHANDINA VÊ MANÎFESTOYÊ JI CIVAKÊ RE, KOVAR AMÛREKE GIRÎNG E'
Berpirsyara Weşana Giştî ya Kovara Jineolojiyê Nahîde Ermîş da xuyakirin, ku Kovara Jineolojî jî ji bo ragihandina vê manîfestoyê ji civakê re, ew weke amûreke girîng dibînin û got, "Em xebata xwe ya kovara jinolojiyê di vî warî de weke sazîbûyîn û pêşketineke girîng dibînin. Ji aliyê asta me ya rêxistinî ve, em di wê baweriyê de ne ku wê hêzeke xurt were afirandin. Ya girîng em xwe bigihînin potansiyela heyî."
Ermîş da zanîn, ku di destpêkê de kovara wan wê ji bo jinan be û got, "Lê belê ev nayê wê wateyê ku girseya em dixwazin xîtabî wan bikin bi tenê jin bin. Em dixwazin bi hemû dînamîkên civakê re têkiliyê deynin. Em jinolojiyê ne tenê weke zanistiyeke jinê, ne tenê weke zanistiyeke civakî ya bi tenê ji bo jinê dinirxînin. Em jinolojiyê weke zanistiyeke jin, civak û jiyanê dibînin. Ji ber ku civak û jiyan bi tenê ji jinan pêk nayê, wê demê girseya em dixwazin xwe bigihînin, temamiya civakê ye."
BI 8'Ê ADARÊ RE WÊ KOVAR BIGIHÊJE BER DESTÊ XWENDEVANAN
Ermîş diyar kir, ew dixwazin di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de kovarê bigihînin ber destê xwendevanan û got, "Bi vê wesîleyê ez Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim."
Ermîş ragihand, Kovara Jinolojî wê kovareke zanistiyê ya sê mehan carekê bê weşandin be û got, "Ji Adara 2016'an û pê ve em dest bi weşanê dikin. Yanî em ê hejmara destpêkê ya kovara xwe radestî xwendevanan bikin."