Kongreya Star: Têkoşîna jinên Efgan têkoşîna me ye

Kongreya Star çalakî û rêxistiniya jinên Efgan a li dijî metirsiya Talîbanê silav kir û got, "Têkoşîna jinên Efgan têkoşîna me ye."

Kongreya Star ji bo piştgiriya bi jinên Efganistanê re nameyek ji wan re şand.

Di nameyê de lihevkirina Talîban û DYE'yê hate bibîrxistin, ku ev yek dibe sedem ku Talîban a bi mejiyê Îslamîst û dijberê jinan, ji civaka navneteweyî rewatiyê bigire.

Kongreya Star diyar kir ku di encama vê lihevkirinê de girtiyên Talîbanê ji girtîgehan hatin berdan û wiha dewam kir, "Ev bûye sedem ku tundiya li dijî jinan zêde bibe. Taybetî jî jinên Pêşeng, çalakvan û rojnamevan dibin hedefa êrişên kujer."

Di nameyê de hate ragihandin ku zêdebûna bandora Talîbanê li Efganistanê gefê li azadî û jiyana gelan, bi taybetî jî ya jinan dixwe û wiha hate gotin, "Li dijî van êrişên li hemberî azadî û ewlehiya jinan, pêdivî pê heye ku jin xwe ji binî ve bi rêixstin bikin û ji her alî ve xwe biparêzin."

Kongeya Star destnîşan kir ku jin nikare pişta xwe bide dewlet û aktorên zalim û ev gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, "Xweparastina jinan mijareke pir cidî ye, ku mirov nikare li hêviya merhemeta mêran ve bihêle."

Di vê mijarê de işaret bi berxwedana YPJ'ê hate kirin û wiha hate gotin, "Bi taybetî li Rojava, dema ku DAÎŞ'ê sala 2014'an êrişî Kobanê kir, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hêza bingehîn bû ku dawî li DAÎŞ'ê anî. Ji bo ku em li dijî her cûre êrîşên baviksalarî û mêtinger xwe biparêzin, pêdivî ye ku em xwe rêxistin bikin. Em çiqasî xwe rêxistin bikin, ew qas em ê karibin li dijî baviksalarî jiyana xwe, ramanên xwe, hêvî û xewnên xwe biparêzin."

Kongreya Star destnîşan kir ku çalakiyên jinên Efgan ên li dijî Talîbanê û her cûre hêzên baviksalarî, hêvî û hêzê dide wan û got, "Êrişek li ser jinekê, çi li Efganistanê an jî devereke din be, di heman demê de êrişek li ser jinan hemûyan e. Ji ber vê yekê têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta yekbûyî ya jinan, berxwedan û rêxistinbûna jinan wê sedsala 21'ê û pêvajoya dîroka me diyar bike."