Konferansa Jinên Sûriyeyê li Rojava dewam dike
Jinên endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi tevlîbûna 72 delegeyên ji rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, konferansa xwe ya yekemîn lidar dixin.
Jinên endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi tevlîbûna 72 delegeyên ji rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, konferansa xwe ya yekemîn lidar dixin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif di axaftina xwe ya li yekemîn konferana jinên MSD'yî de, ji bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk bang li hemû jinên Sûriyeyê kir, ku li hev bicivin û bibin yek.
Jinên endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi tevlîbûna 72 delegeyên ji rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, konferansa xwe ya yekemîn lidar dixin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif di konfransa jinên Sûriyê ya ji bo aşîtî û demokrasiyê ya ku li bajarê Dêrikê tê lidarxistin de, axivî.
Hediya Yûsif di destpêka axaftina xwe de, bi sê zimanan silav da jinan û ev tişt gotin:
"Hemû jin û mêvanên ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî û sazî û rêxistinên civaka sivîl ku îro li vê konfransê amade ne, hûn bi xêr hatin.
Di destpêkê de em hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirin, bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.
Her wiha em berxwedan û têkoşîna hêzên Sûriya demokartîk û tevahiya hêzên di bin bin sîwaneya QSD’ê de şer dikin, silav dikin.
Em hemû malbatên şehîdan yên ku riya şehîdên xwe didomînin jî silav dikin.
Jinên hêja û bi rûmet, îro li Rojavayê Kurdistanê û li ser vê xaka rizgarkirî em ji bo nivîsandina dîrokeke nû ya jina azad ku berê û niha jî xwedî roleke bingehîn a pêşxistina mirovahî, adalet û aşîtiyê ye, dixebitin.
Weke hûn jî dizanin jin ji di destpêka dîrokê de û heta niha, ji bo avakirina civakeke bi rêxistinkirî, dixebite. Jin her dem bingeha hemû pêşketinên di dîrokê de bûn. Jinê pêşengiya civakan û temsîla adaletê kir. Bi vê yekê bû, dayik, hevjîn, xwîşk, dadger, fermandar, rêveber û xwediya biryarê. Di dema ku jinê rêvebera civakê bû, civak di asteke mirovî ya herî bilind de bû. Di nava hemû gelan têkiliyên mirovî yên xurt hebûn.
Lê belê piştî ku desthilatdarî di civakan de derket û di nava mirovan de, pevçûnên li ser desthilatdariyê destpê kirin, rola rêveber a jinê jê hat stendin û ew rêveberî veguherî desthilatdarî û ket destê zilam.
Ji wê demê û heta niha tundî li dijî civakan tê bikaranîn. Bê adaletî heye. Civak di gelek rewşên şer û wêraniyê re derbas bûn. Ya ku herî zêde, ji vê rewşê zerar dît jî dîsa jin bû. Bi vê yekê zihniyeta desthilatdar xwe îlan kir ku êdî ti rol ji jinê re neman.
Em îro hemû jinên kurd, ereb, asûrî, sûryanî û hemû jinên ku di dîrokê de ji bo vegerandina rola bingehîn a jinê, têkoşîn kirine, bi bîr tînin.
Dibe ku jinê di civakên me û civakên Ewropa de hinek mafên xwe bidest xistibin. Lê belê ev nebû dawiya tundiya ku di civakan de li hemberî jinan, tê pêkanîn. Her wiha ji bo dayîna biryarê ji bo hemû jinan nebû misogerî.
Em îro Ii vir kom bûn da ku em bibin, dengê hemû jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn kirin û rastî kuştin, girtin û lêdanê hatin.
Li vir em jinên YPJ’ê yên ku dîrok bi xwîna xwe nivîsandin bi bîr tînin. Arîn Mîrkan bû sembola şoreşa Rojava.
Li ser dîtina van geşedanên ku li welatê em diqewimin, ku hiştiye aloziyeke kûr rû bide em dibînin ku Sûriye bûye qada şerê hemû dewletên cîhanê. Ez dikarim nav lê bikin şerê sêyemîn ê cîhanê. Hemû dewletên navendî di bin navê şerê li dijî terorê destê xwe xistine vî welatî. Hêzên opozîsyonê jî bi xwe bi hev ketine û li hin ji wan li gorî berjewendiyên hêzên derve tev digerin. Ev yek bêhtir aloziyê kûr dike. Ev dê bihêle ku aloziya mirovahiyê ya li Sûriyeyê ber bi karîsetekê ve biçe. Di dawiyê de jî jin, zarok û kesên bêguneh dibin qurbanî.
Ji ber vê yekê li ser bingeha girîngiya rola jinê di civakê û birêvebirina wê de jinan li hemû herêmên Rêveberiya Xwseriya Demokratîk xwe birêxistin kirin û xebatên pêşxistina ramyarî û bîrdorzî destpê kirin da ku beşdarî hemû çalakî û xebatên ji bo welat bibin. Jinan di aliyê civakî, siyasî, aborî, dadmendî, rêveberî û hwd de zamîneke mezin ava kirin û beriya ragihandina Rêveberiya Xweser, Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê ava kirin da ku hemû hêzên jinan ên siyasî, civakî û rêxistinî bikin yek. Bi rastî jî rola di yekîtiya rêxistin, tevger û partiyên herêmê de roleke wê ya girîng hebû. Li rex vê yekê jinan pirsgirêkên xwe yên civakî çareser kirin, pêdiviyên hemwelatiyan bicih anîn û bi awayekî aktîf beşdarî sîstema herêmê bûn.
Di xebatên parastinê de jin pêşeng bû. Li hemberî komên çete wekî DAIŞ’ê sekinîn û şer kirin. Ev hêzên terorîst li ser tevahiya mirovahiyê xetereyeke mezin in. Bi vê helwesta xwe jina Rojava bû xwedan cihekî bi hêz û girîng. Ew di nava Rêvebeirya Xweser de ji sedî 40 cihê xwe digre. Di sîstema hevserokatiya hemû saziyên Rêveberiya Xweser de jî cih digre. Ev asta bilind dikeve xizmeta jina Sûriye û tevahiya civakê. Jinê îsbat kir ku ew dikare çareseriya aştiyane ya ji bo aloziya Sûriyeyê birêve bibe û rola erênî ya ji bo xizmetkirina civakê bilîze da ku civakeke azad û demokratîk ava bike.
Bi vê boneyê ez dixwazin balê bikşînin ber Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê ya ji bo Aştiyê ku bi piştgriya Neteweyên Yekbûyî hatiye avakirin. Ew niha tenê wekî çavdêr sekinî maye û li beramberî serketinên ku jina Sûriyeyê dike, tevnagere. Ji ber vê ez bang li hemû jinên di nava Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê de cih digrin dikim ku werim û tevlî encamên konferansa me bibin. Ez hêvî dikim ku tevgera wan bi têkoşîneke bilind di ser zextên aliyên navneteweyî re be da ku jina Sûriye di danûstandinên aştiyê yên Cenevreyê xwedî cih bin.
Em bi hebûna xwe ya di nava qadên Sûriyeyê de serbilind in. Serketin û destketiyên me ê pêşeroja Sûriyeke demokratîk misoger bikin. Li ser vê bingehê em ê vîna hemû jinan bikin yek û bi hev re xebateke siyasî û rêxistinî ya hevbeş ava bikin û sîwaneyeke ku hemû tecrûbeyên jinên Sûriyeyê bike yek ragihînin. Bila em ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê kar bikin, her wiha jinûve Sûriyeke nû, demokratîk, pir rengî, ne navendî ava bikin û destûreke demokratîk ku tê de mafên jinê û rola ya pêşengîtiya civaka nû ya demokratîk misoger bike, derxînin. Em dengê xwe bilind dikin ku em xwediyê heq in. Mafê me heye ku beşdarî danûstaninên aştiyê yê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê li Cenevreyê bibin. Çi çareseriyeke bêyî misogeriya mafên jinê wê ti encaman bi xwe nîne û qet nahêle ku aştî pêk were. Me di jiyana pratîkî de ev yek îsbat kiriye. Gelê me jî vê rastiyê baş bawer dike. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser jî nîşaneyê wê ye. Em xeta xwe ya sêyemîn dewam dikin.
Ez ji konferansa me re serketinê dixwazim, hêvî dikim ku hemû gotûbêj û biryar serketî bin. Dîsa li bendê ne ku di bin sîwaneyeke rêxistinî de em vîna jinan bikin yek. Bijî yekîtî û hevgirtina jinên Sûriyeyê ya ji bo pêşerojeke azad û demokratîk."
Piştî axaftina Hediye Yûsif, peyamên pîrozkirina konferansê ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin, Meclîsa Rêveberiya Herêmên El-Şehbaa, Rêxistina Jinan a Yekîtiya Niştîmanî ya Azad û Yekîtiya Jinên Komînîst ên Sûryanî hatin xwendin.
Piştre Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Seroka Yekîtiya Jinên Sûryanî Şamîran Şamûn, Berpirsa Buroya Jin a Desteya Niştîmanî ya Erebî Xensaa El-Hemûd, Sûaad Mihemed û Lorîn Îbrahîm ji bo dîwan konferansê hatin hilbijartin.
Konferans ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam dike.