Konferansa Jinên Sûriyeyê li Rojava destpê kir

Konferansa Jinên Sûriyeyê, bi tevlîbûna 72 delegeyên ji rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, destpê kir.

Konferansa Jinên Sûriyeyê, bi tevlîbûna 72 delegeyên ji rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, destpê kir.

Bi dirûşma "Jina azad misogeriya Sûriyeyeke demokratîk e" Konferansa Jinên Sûriyeyê ya Aştî û Demokrasiyê bi beşdariya 72 delegeyên ji herêmên Rojava û Sûriyeyê li Salona Azar a bajarê Dêrikê destpê kir.

Ji delegeyan nûnerên partî û rêxistinên jinan ên di bin sîwaneya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de dixebitin, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û kesayetên serbixwe yên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê amade bûn.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di konferansê de ji aliyê Hediya Yûsif jî wê axaftinek were kirin.

Li gorî agahiyên berdest di bernameya konferansê de wê dîwanek were hilbijartin, belgeya hevpeymana Meclîsa Jinên Sûriyeyê were xwendin û gotûbêjkirin. Tê payîn ku ji bo lidarxistina kongreyeke jinên opozîsyona Sûriyeyê di demên pêş de desteyeke amadekar were avakirin.