Konca: Weşana xwe li gorî faşîzmê nekin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê bal kişande ser nûçeyên çapemeniya şerê taybet ên li ser Sara Aktaş û got, ‘’ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê ji vê siyaseta çetebûnê û faşîzmê dûr bikevin’’

Berdevka Meclîsa  Jinan a HDP’ê û Wekîla Sêrtê Besîme Konca bi daxuniyeke çapemeniyê binçavkirina Endama Koordînasyona Tevgera Jina Azad (TJA) Sara Aktaş şermezar kir û bertek li dijî nûçeyên çapemeniya şerê taybet da.

Konca bertek li dijî weşana çapemeniya şerê taybet da û got ,’’heke hûn dixwazin ji bo Tirkiyê karekî baş bikin, ji bo Tirkiye azad dibe, demokrat bibe weşana xwe bikin û dev ji siyaseta xwe ya çetebûyî û faşîzmê berdin. Bi berdewamî Konca gotin, ‘heke we ji etîka çepemeniyê ders wergirtibe dawî li van weşanên xwe yên bi vî rengî bînin.’

Konca diyar kir ku li Tirkiyê li ser jinên ku di azadiyê de bi ser ketine êrîşeke bi zanebûn heye û hevala wan Sara jî ji bo vê sedemê hatiye binçavkirin.