Komuna Jinê Nûda kongreya xwe pêk anî
Komuna Jinê Nûda ya li bajarê Elmanya Freîbûrgê dixebite, kongreya xwe pêk anî. Hat ragihandin, komun wê ji niha û pê ve weke Meclîsê xebatên xwe bimeşîne.
Komuna Jinê Nûda ya li bajarê Elmanya Freîbûrgê dixebite, kongreya xwe pêk anî. Hat ragihandin, komun wê ji niha û pê ve weke Meclîsê xebatên xwe bimeşîne.
Kongre bi beşdariya 150 jinan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Cîhanê, dîwanek ji kongreyê re hat hilbijartin.
Piştre rojeva pêvajoya siyasî hat nirxandin û li ser karê salekê rêveberiyê agahî da. Li dû nirxandina karê dema bihurî, biryar hat dayîn Meclîseke nû were avakirin. Di encama hilbijartinê de 27 endamên Meclîsa Jinê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de, li dû hilbijartinê hunermenda Kurd Zarîfe Zerîn jî hunera xwe pêşkêş kir.
KOMBÛNA BI JINÊN ŞENGALÎ RE
Beriya kongreyê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo 80 jin û zarokên ji ber wehşeta DAIŞ'ê neçar man xaka xwe biterikîne, taştê hat dayîn.