Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê dijîn, wê komkujiya Parîsê, qetilkirina 3 jinên Kurd li Silopiyayê, komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar bikin û berxwedana xwerêveberiyan silav bikin.
Bi vê armancê wê li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, li paytexta Danîmarka Kopenhagen û li paytexta Norwêc Osloyê çalakî bên lidarxistin.
Di çalakiyên li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) werin lidarxisitn de, wê komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi taybetî li dijî jinan dike, înfazkirina siyasetmedarên Kurd Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ji raya giştî ya Skandînavyayê re bê ragihandin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Jinên Elewî, Yekîtiya Jinan a Beth-Nahrîn, KJAR, Dayikên Kurd û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, ji ber salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî dan û hewldanên hikûmeta Fransayê yên ji bo tarîkirina dozê şermezar kirin.
Saziyan bang li tevahiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan kirin, ku dakevin qadan, helwesta dewleta Fransayê, êrîşên bi tank û topan ên dewleta Tirk ên li hemberî xwer3eveberiyan, bi pêşengiya jinên Kurd şermezar bikin.