Komkujiya Parîsê diçe rojeva NY’yê
Komkujiya Parîsê diçe rojeva NY’yê
Komkujiya Parîsê diçe rojeva NY’yê
Komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileyê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin, dê bê rojeva civîna Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ku dê li Cenevreyê pêk bê.
Konseya Mafê Mirovan a NY’yê dê ji 25’ê sibatê ve li bajarê Swîsre Cenevreyê bicive. Dê komkujiya Parîsê ya ku sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilirin jî bê rojeva NY’yê.
Nunerê daîmî yê NY’yê yê Tevgera Dostaniya Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) Gianfranco Fattorini, dê derbarê vê mijarê de bi awayeke bi israr pirsan ji NY’yê bipirse. MRAP’ê got: “Divê ev bûyer di çarçoveya pevçûnên ku zêdetirê 30 salan e di navbera gelê Kurd ê ku hemû mafên wan ên sivîl, siyasî, aborî, civakî û çandî tên binpêkirin û hukûmeta Tirk de berdewam dike û hevdîtinên aşitiyê yên PKK’ê re pêk tên de bên nirxandin.”
Bi vê boneyê MRAP’ê bang li rayedarên Frensî kir ku lêpirsîna krîmînal a ku derbarê vê lêpirsîna bûyera siyasî de bi awayeke aşkere û zelal berdewam bike.
MRAP’ê bang li ser esasê serbixwetiya dadger û parêzeran, divê Raportorê Taybet encamên lêpirsînê ji raya giştî re aşkere bike û xwest ku Raportora Taybet ku li ser kuştinên bê daraz, înfazên komî lêkolînê dike, bûyera înfazkirina her sê jinên Kurd jî lêkolîn bike.
Her wiha MRAP’ê ji raportoriya taybet xwest ku zextên li ser gleê Kurd tên meşandin bibîne û ev daxwaz jî kir: “Divê sînordarkirinên bi hincetên siyasî li dijî gelê Kurd tê kirin û rewşa bi dehan rojnamevanên Kurd ên ku bi prosedurên edlî yên xwedî karekterên siyasî re rû bi rû dimînin ji nêzîk ve bişopîne.”
Her wiha, tevgera li dijî nijadperestiyê, bal kişand ser azadiya civînên aşitiyane û azadiya komeleyan û got: “Divê hemû sînordarkirinên li hemberî vê mafên komên çandî, siyasî û civakî yên kêmara Kurdan were lêkolînkirin”.