Komîsyona ÎHD'ê ya Jinan: AKP dixwaz jinan ji qada civakî derxîne
Komîsyona ÎHD'ê ya Jinan, binpêkirina mafên jinan ên sala 2014 û sê mehên destpêkê yên sala 2015'an aşkera kir.
Komîsyona ÎHD'ê ya Jinan, binpêkirina mafên jinan ên sala 2014 û sê mehên destpêkê yên sala 2015'an aşkera kir.
Komîsyona ÎHD'ê ya Jinan, binpêkirina mafên jinan ên sala 2014 û sê mehên destpêkê yên sala 2015'an aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di sala 2014'an de 28, di sê mehên destpêkê yên sala 2015'an de jî 12 jin hatine qetilkirin û zîhniyeta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî jinê hat şermezarkirin.
Endamên Komîsyona ÎHD'ê ya Jinê Şaxê Amedê, der barê binpêkirina mafê jinan ên sala 2014 û sê mehên destpêkê yên sala 2015'an de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren, endamên komîsyona jinê ya şaxê Amedê parêzer Hatîce Demîr, parêzer Gamze Yalçin, Gulîstan Yalçindag Gencel û rêveberê şaxê Emîn Ermîn amade bûn.
'DAIŞ'Ê REVAND, QETIL KIR, TECAWIZ KIR, LI BAZARAN FIROT'
Parêzer Demîr daxuyanî da û di destpêkê de bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê ya li Rojhilata Navîn û diyar kir ku bi hezaran jin û zarok ji aliyê barbarên DAIŞ'ê ve hatinr evandin, îşkencekirin, tecawizkirin û li bazaran hatin firotin. Parêzer Demîr destnîşan kir ku aqûbeta gelek jinên di destê çeteyan de ne yan jî hatine qetilkirin, hînê nayê zanîn.
BÎLANÇO
Parêzer Demîr anî ziman ku sala 2014'an ji bo jinan bûye saleke binpêkirina mafên jiyanê û ewlekariyê û ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Dema li tevahiya sala 2014'an were temaşekirin li Kurdistanê li qada civakî û nava malbatê 27 jin hatin qetilkirin. Ji aliyê hêzên ewlekariyê ve jinek hat qetilkirin, 29 jinan jî dawî li jiyana xwe anîn. 9 jin bi awayekî bi guman hatin kuştin, 4 jin jî ji ber 'namûsê' hat qetilkirin. Di 3 mehên destpêkê yên sala 2015'an de tablo nebuherî; 7 jin di encama şîdeta nava malbatê hatin qetilkirin, 5 jin li qada civakî li êrîşê rast hatin û hatin qetilkirin. Di 3 mehan de 4 jin ji ber şîdetê birîndar bûn, 2 ji li tacîz û tecawizê rast hatin. Di 3 mehên destpêkê yên sala 2015'an de 13 jinan dawî li jiyana xwe anîn, 3 jinan hewl dan dawî li jiyana xwe bînin. 5 jin jî bi awayekû bi guman hatin qetilkirin. Dema em danyên xwe yên sala 2014'an û sê mehên destpêkê yên 2015'an tînin pêşberî hev, tevî ku em di mehên destpêkê yên salê de binpêkirina mafan zêde bûye."
Parêzer Demîr anî ziman ku tedbîrên hiqûqî jiyana jinê ewle nakin û ragihand ku helwesta xemsar a dadgehan, pêşî li binpêkirina mafên jinê nagirin.
'AKP DIXWAZE EM WEKE ÇARENÛSÊ BIBÎNIN'
Demîr diyar kir ku zîhniyeta AKP'ê jinê ne weke kesayeteke azad, di nava saziya 'malbata pîroz' de weke dê û hevser pênase dike û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mûxafazakarî û Îslama siyasî, şîdeta li hemberî jinê û kêmbûna karên ji bo jinê zêde bûne. Demîr da xuyakirin ku di navbera van de têkiliyeke girîng heye û got, "Ya ku hikûmeta AKP'ê ji me jinan re dibêje; ji ber rewşa xwezayî em nikarin bi mêran re wekhev bin, lewma divê em di bin siya mêr de bin, qîma xwe pê bîne, her tiştên tê serê me weke çarenûsê bibînin û qebûl bikin. Desthilatdarî bi israr pêşniyar dike ku jin herî kêm sê zarokan, eger karibin zêdetir zarokan bînin dinyayê. Bi vê yekê re dixwaze jinê ji qada civakî derxîne, li malê rabigire û ji jiyana civakî, siyasî û aborî qut bike. Ji ber vê yekê çi li qada cemaweriyê, çi li qada taybet, şîdeta li hemberî jinê polîtîk e."
DIVÊ ÇI WERE KIRIN?
Di daxuyaniyê de ji bo pêşgirtina li binpêkirina mafên jinê, ev daxwaz hatin kirin:
"Hemû xebatên ji bo pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê, di çarçoveya pêşniyarên saziyên jinan û mafên mirovan de guhertinên qanûnî werin kirin.
Ji bo rizgarkirina jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, saziyên navneteweyî û rêxistinên li qada mafên mirovan dixebitin, bi lezgînî planên çareseriyê amade bikin û tevahiya raya giştî ya cîhanê di vî warî de helwesteke hevpar nîşan bide.
Ji bo kiryarên kuştina jinê bi cezayê ragirtina heta bi hetayê ya girankirî were cezakirin, guhertina pêwîst a qanûnî bê kirin.
Dest ji kêmkirina tehrîqa neheq a cezayê di sûcên tacîz, tecawiz û komkujiya li hemberî jinê de, bê berdan.
Di hemû nûçeyên şîdeta li hemberî jinê de zimanê çapemeniyê di ber çavan re bê derbaskirin."