Komalên Jinên Ciwan: Em berê xwe berdin qadan û nava refên têkoşînê!

Komalên Jinên Ciwan ji ber 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir ku li dijî hişmendiya zilamsalariyê derkevin qadan û xwe tevlî nav refên têkoşînê bibin.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin 25’ê Mijdarê, bi berxwedan jinan a li her deverê ji wateya xwe ya sembolîk derketiye û wiha hate gotin:

"Îro li dijî hişmendiya serdest a zilêm û paşverûtiyê ya ku îro di dewleta AKP-Erdogan û çeteyên wan DAIŞ’ê de, berxwedana jinan a bi pêşengiya YPJ, YPS-JIN û YJA STAR’ê  bûye azadî û yekîtiya hemû jinan. Ne tenê rizgariya jina Kurd, her wiha rizgariya jinên herêmê û dinyayê ji xwerêxistinkirina xurttir û bûyina hêza çalakiyê ya li dor vê berxwedanê pêk tê. Di serî de jinên ciwan, hemû ciwan çi qasî rêxistinbûyina xwe û berxwedana xwe geş dikin, hişmendiya zilamsalariyê tinebûna xwe dibîne û êrîşên xwe girantir dike. AKP-Erdogan dema ku nikarin vîna jinên wan û têkoşîna wan bişikînin, ku dînamîka azadiyê û demokrasiyê ne, pê dizanin ku wê nikaribin civakê jî radest bigirin, hişmendiya xwe û kirinên xwe bi bêperwatî dikin. Çawa ku di demên bihurî de kir niha jî polîtîkayên xwe yên hovîtiyê didomîne, bêkulturiya tecawizê kûr dike û di serî de jinên ciwan, di şexsê hemû jinan de hewl dide ku civakê bike kole.

'JINAN BERXWEDAN GEŞ KIRIN'

Lê divê Erdogan-AKP vê baş bizanibin; li pêşberî ev qas êrîşan jinan dev ji berxwedanê bernedane, serê xwe ji polîtîkayên qirker ên AKP-Erdogan re netewandine û berxwedan her geş kirine. Jinên ciwan li dijî van polîtîkayên hovîtiyê û qirkirinê bi 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinê di xeta berxwedanê ya Bêrîtan, Sara, Sêvêyan de wê bi gotina ‘’an azadî an jî azadî’’ wê sonda xwe ya ku berxwedanê bi ser bixînin dubar bikin.

Bersiva herî çak a ji hişmendiya serwer a zilêm re ku jina Axînbûyî, Ronasbûyî, Serhildanbûyî, Sozdabûyî ji  bo xwe talokeya herî mezin dibîne, ew e ku, jinên ciwan vê alaya berxwedanê û têkoşînê hilgirin û bi hêza jina ciwan a rêxistinbûyî şoreşê pêk bînin."

'EM Ê HIŞMENDIYA SERWER A ZILÊM A MÊTINGERIYÊ JU KURDISTANÊ BAVÊJIN'

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi berdewamî got:

"Dewleta AKP-Erdogan di pêvajoya bihurî de bi polîtîkayên xwe yên komkujiyê ku dema 'qedexeya derketina derve' de dayî destpêkirin, di serî de armanc kiriye ku jina Kurd a berxwedêr rawestîne, ku nekarî vê bike jî, bikuje û bi operasyonên qirkirina siyasî hewl daye vîna jina Kurd bişikîne, lê li dijî van êrîşan û zextan jin li zindanan bûne ‘Serhildan’ û fedaî, ber bi serketinê ve meşiyan, bûne xeta berxwedanê Sozda ya li Rojava, li DAIŞ’ê darbe xistine û li Bakur jî li dijî çeteyên Erdogan bûne Axîn, Faraşîn, Botan û bi gotina ‘’jiyana berxwedan e ‘’ şer kirine.

Divê ev neyê jibîrkirin ku tenê rêyek heye ku divê jinên ciwan vê kevneşopiya berxwedanê hilgirin û ber bi azadiyê û serketinê ve bimeşin. Azadiya Rêber Apo û azadiya jinê tenê di vê xeta têkoşînê de ye.

Em bang li hemû jinên welatparêz dikin; roj roja wê ye ku hişmendiya zilêm a mêtinger ji Kurdistanê em bavêjin. Dema wê ye ku 25’ê Mijdarê bibe ew roj ku em darbeyê li hişmendiya zilamê mêtinger ê bêkulturiya tecawizê bixin û hêza ku vê pêk bîne di destê jinên ciwan de ye.

Em bang li hemû jinên berxwedêr dikin ku bi şîara 'Bi pêşengiya jina ciwan serhildan, heta bi azadiyê tolhildan' di serî de Roja 25’ê Mijdarê, li dijî kirinên hişmendiya zilamserweriyê derkevin qadan, nav refên têkoşînê û bi xeta Ş. Axîn, Ş. Sozda, Ş. Ekîn, Ş. Nûda de têbikoşin."