Komalên Jinên Ciwan bang li jinên ciwan kir: Roj roja hesabpirsînê ye

"Roj roja pirsîna hesabê Sarayan, roja hilanîna tolê ye. Ev yek bi jinên berxwedêr re pêkan e."

Komalên Jinên Ciwan, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan, Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, bibîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan de hat bibîrxistin, ku di 5'ê Çileyê de şoreşgerên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û hat destnîşankirin, ku li hemberî her şêwe êrîş û kompoloyê xayîn, berxwedan û têkoşîna jinan her mezin bûye.

Koordînasyonê diyar kir ku divê bi hezaran jinên ciwan biherikin nava refên têkoşînê û got, "Di şexê jinên ciwan ên li Bakurê Kurdistanê li ber xendek, bend û kolanan li ber xwe didin em dibînin, ku komploker, qetlîamker ên li Kurdistanê jinan qetil dikin, AKP û çeteyên DAIŞ'ê yên AKP'ê wê tine bibin.

ROJ ROJA HESABPIRSÎNÊ YE

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Pêşengên vê têkoşîna me ji Rêber Apo wergirtine, jinên ciwan in. Tola Sarayan, bi xwedîderketina li têkoşîna wan û mezinkirina berxwedana bi rûmet dikare bê hilanîn. Pêwîste hevrêyên jinên ciwan li her cihê lê ne biherikin qadan û têkoşînê mezin bikin. Di şexê Şehîd Bêrîvan, Şehîd Dîlan û Şehîd Bermal ên şopdarên Sarayan bûn, divê em biherikin qadan û bendan xurt bikin. Ji bo bîranîna van her sê milîtanên berxwedêr, ji bo xwedîderketina li berxwedana wan, hewce ye hemû jinên ciwan li refên berxwedanê pêşengiyê bikin. Roj roja bilindkirina dengê têkoşîna Sarayan, Bermalan, Dîlanan e. Roj roja pirsîna hesabê Sarayan, roja hilanîna tolê ye. Ev yek bi jinên berxwedêr re pêkan e."