KJK: Xwedî li çapemeniya azad derkevin

Koordînasyona KJK'ê der barê girtina rojnameya Ozgur Gundemê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû jinan û hêzên demokrasiyê kir, ku xwedî li çapemeniya azad derkevin.

KJK'ê destnîşan kir, ku rojnameya Ozgur Gundemê dengê hêzên demokrasî û azadiyê ye û ev deng nikare bê birîn. 

'AGAHÎ JI RÊBERTÎ NAYÊ GIRTIN'

Di daxuyaniya nivîskî ya KJK'ê bal hat kişandin ser gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwarin û bibîr xist, ku ji hewldana darbeyê û vir ve gelê Kurd, jin û ciwan hê jî nikarin ji Ocalan agahiyê bigirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev rewş sebra gelê Kurd difûrîne û hat gotin, "Gelên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî jî jin û ciwan, heta agahî ji Rêbertî were girtin wê çalakiyên xwe zêdetir û hîn bi radîkal bikin."

Li ser rojnameya Ozgur Gundemê Koordînasyona KJK'ê got, "Ozgur Gundem, çalakiyên gelê Kurd, tevgera azadiyê ya gelê Kurd, jin û ciwanan, her wiha nêrînên hêzên azadî û demokrasiyê nîşan dide. Rojnameyeke ku xeta weşan-çapemeniyê ya azadî û demokrasiyê temsîl dike. Sedema êrîşa li hemberî xebatkarên rojnameyê û girtina rojnameyê; daxwaza bêdengkirina rastiyan e."

KJK'ê da xuyakirin, ku heta hêzên ku demokasî û azadiyê temsîl dikin hebin, wê rastî neyên veşartin û got, "Rastî ronahî ye. Di tarîtiya herî giran de jî dibiriqe. Civakê, mirovahiyê ronî dike. Dibe hêviya ronahiyê. Dibe sedema têkoşînê."

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ OZGUR GUNDEMÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ XETA AZADIYA JINÊ YE

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, kevneşopiya rojnameya Ozgur Gundemê ji destpêkê ve bi hesasiyeteke mezin hewl daye xeta azadiya jinê, pirsgirêkên jinan nîşan bidin û destnîşan kir, ku beşeke girîng a xebatkarên rojnameyê her tim ji jinan pêk hatiye. KJK'ê da zanîn, ji ber vê rastiyê, êrîşa li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê di heman demê de parçeyek ji hewldanên qelskirina têkoşîna azadiya jinê ye.

JI BO OZGUR GUNDEMÊ BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de ev peyam hat dayîn:

"Li ku derê çirûskek azadî û demokrasiyê hatibe dîtin, jin weke ronahiyeke geş a vê çirûskê, her tim derûdora xwe ronî kirine. Êrîşên li hemberî xebatkar, nûçegihan û nivîskarên çapemeiya jinê, ji bo vemirandina vê çirûskê, vemirandina vê ronahiya azadiyê ne. Wê ti carî nikaribin vê bikin. Wê nikaribin bi ser bikevin. Xebatkar û nivîskarên çapemeniya jinê wê li ber xwe bidin. Û wê her tim civakê ronî bikin.

Li ser vê bingehê, em girtina rojnameya Ozgur Gundemê bi tundî şermezar dikin. Em baş pê dizanin; zext, şîdet û îşkenceya bi vî rengî, girtin û binçavkirin wê nikaribin bi kesî. Mêtîngerî polîtîkayên xwe yên qirkirinê çiqasî dijwar bike, li hemberî vê yekê berxwedana gelê me, jin, ciwan û hemû hêzên demokrasiyê wê mezintir bibe. Xeta me ya berxwedanê wê me hîn bêhtir li hev bicivîne û têkoşîna me mezin bike. Yekîtiya me wê mezintir bibe.

Hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê, wê van pêkanînên antî demokratîk û faşîst ên AKP li her qada jiyanê dimeşîne, qebûl nekin. Bi çalakiyên hîn bêhtir radîkal, ev kiryarên faşîst dikarin bên rawestandin. Desthilatdariya AKP'ê bi çi rengî zext û zordariyê dike bila bike, jin, ciwan û gelên me yên bûne xwedî zîhniyeta azadiyê, wê ji rêya xwe venegerin. Gelên me, hêzên demokrasiyê û jin, wê li dijî faşîzmê, bi xebatkarên Ozgur Gundemê re meşa xwe ya azadiyê bi rûmetdarî bidomînin. Li ser vê bingehê em bang li jinan, hêzên demokrasiyê û kedkarên çapemeniya azad dikin ku li dijî faşîzma Erdogan berxwedanê mezin bikin û xwedî li çapemeniya azad derkevin."