KJK: Mîna dema komployê, divê em li derdora Rêberê xwe bibin yek

Koordînasyoan KJK’yê peyamek ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd şand û wiha got: “Divê li her derê gelê me bi rastiya mîna pêvajoya Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an, li der dorî Rêbertiya xwe bibin yek.

Koordînasyoan KJK’yê peyamek ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin re şand. Koordînasyona KJK wiha anî ziman: “Jiyana hevpar a gelan ku gelê me bi têkoşîna azadiyê ava kirî, modela netew demokratîk û xwerêveberiyê bûye hêvîya gelên Rojhilata Navîn. Berxwedana gerîlayên me yên qehreman ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û artêşa faşîst a Tirk şer dikin dijmin dadixin ser çokan her roja ku diçe berxwedana gelên hejar mezin û bilind dibe.”

Bal kişand ser hemleya êrîşa Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, li dijî Tevbera Azadiya Kurdistanê û li dijî gelan hatiye destpêkirin.

Koordînasyona KJK’yê destnîşan kir ku di navenda hemleya êrîşa nû ya Komploya Navneteweyî e Ocalan cih digire wiha anî ziman: “Ji ber vê, ev sal û nîve bi Rêber Apo re ti hevdîtin nayê kirin, mudaxeleya Rêbertiya me ya ji bo pêvajoyê tê astengkirinin.

Dewleta faşîst a AKP bi taybet ji payîza sala borî ve, li bakurê Kurdistanê bajarên me şewitandin û wêran kirin, bi dehan welatparêzên me hovane qetil kir. Di rojên dawî de jî, li Cerablusê bi derewa êrişa DAIŞê, êrişî Rojava dike.”

Di peyamê de bal hat kişandin ser armanca bingehîn a êrîşan li dijî statûya siyasî ya Kurdan û pêşîgirtina pêşeroja azad a gelan ya ji aliyê Ocalan ve ye û wiha got: “Bi mehaye, bi taybet di pêşengiya we de, li her qadê tevî hemû bangên gel yên bi çalakiyan û tevî hişyarinên tevgera me, me ji Rêbertiya xwe ti agahî negirtiye.

Ev rewş talokeya der barê tendurustî û ewlehiya Rêbertiya me de datîne holê. Ji ber vê jî gelek giringe û jiyaniye ku çawa 1999'an li dijî komployê gelê me li her deverê rabû ser piyan, divê niha jî li dor Rêbertiyê em kom bibin û bibin yek. Divê li her qadê bi çalakiyên radîkal û çalakiyên mezin yên girseyî, em bikevin nava têkoşîneke wisa ku di encamê de mutleq bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk bên û agahî jê werin girtin.

Divê her kes hemû pêdiviyên jiyana xwe ya kesî rawestîne, heya ji Rêbertiyê agahî werin girtin 24 saetan di rewşa çalakiyê de be. Divê Jin û Ciwan girêdana xwe ya bi Rêbertiyê re di asta herî jor de daynin holê û bibin pêşengên çalakiyên xwedîderketina li Rêbertiyê.”

Koodînasyona KJK’yê diyar kir ku lewma di pêşengiya jin û ciwanan de li Ewrupayê pêkanîna çalakiyên hîn bi bandor xwedî giringiyek dîrokî ye. Çawa ku niha bi tevlîbûna deh hezaran û sed hezaran, hûn festîvala xwe pêk tînin, çalakiyên bi vê biryardariyê lidarxistin, xwedî giringiyek dîrokî ye û wiha pê de çû: “Divê ev çalakî heta ji Rêbertiya me agahî were girtin û hevdîtin pêk bên, bê navber berdewam bikin. Hêzên komploger yên navnetewî û îtîfaqa dij-Kurd ya Netew-Dewletan bi destê Erdogan-DAIŞê hewl dide êrişa nû ya hamleya komploya navnetewî pêk bîne. “

Herî dawî daxuyaniya KJK’ê bal kişand ku divê hê zêdetir xwedî li destkeftiyên Rojava derbikevin û wiha got: “Divê gelê me hê zêdetir dijş êrişên bi hevkariya DAIŞ-AKP bi hêz têbikoşe. Em bang li hemû beşên alîgirê jiyana hevpar û azad a gelan dikin da ku mil bi milê gelê kurd, li dijî faşîzmê eniya berxwedana hevpar mezin bikin û têkoşînê bilind bikin.”