KJK bi wesîleya hemleya 1’ê Hezîranê daxuyaniyek da û wiha got: “Li dijî dîktatortiya Erdogan û faşîzma AKP’ê, em bang li hemû beşan dikin ku berxwedana xwe hevpar bikin û jiyana me ya hevpar a azad, wekhev, demokratîk ji nû ve ava bikin.”
Koordînasyona KJK’ê, bi wesîlaya salvegara Hemleya 1’ê Hezîranê daxuyaniyek da.
KJK’ê diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê Kurd bi hemleya 1’ê Hezîranê re di biryardariyeke girîng û dîrokî de dewam dike û wiha got: “Berxwedana xwerêveberiyê ya niha didome, di dîroka me ya nêz de bingeheke herî girîng afirand. Hemleya 1’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd, berxwedaneke bi vîna têkoşînê ya li dijî mêtîngeran e.”
Di dewama daxuyaniya KJK’ê de wiha hate gotin:
“Yek ji gelên herî kevin ê Rojhilata Navîn gelê Kurd e ku di pêvajoyên dîrokî de li dijî hêzên dagirker berxwedanên xwerêveberiyê û şer meşandiye. Gelê Kurd ji bo heyîna xwe dewam bike, ji bo di welatê xwe de weke mirov û bi rûmet bijî, her tim li ber xwe daye û dagirkerî nepejirandiye.
Hemleya 1’ê Hezîranê biryareke ku ji bo gelê Kurd wek mirov û birûmet bijî, dîrokî bû. Heta ku gelê Kurd bi awayekî azad, wekhev, birûmet û weke mirovan jiyanekê bi dest nexe wê li ber xwe bide û heyîna gerîla ya li ser van xakan wê bidome. Gelê me, jinên Kurd û ciwan wê ti car polîtîkayên helandin, Tirkbûyînê, jiyanek bê rûmet qebûl nakin. Hemleya 1’ê Hezîranê ji bo heyîna gelê Kurd û rûmata xwe parastinê bûye hemleya dîrokî.
Îro berxwedana gelê Kurd ya li Cizîr, Sûr, Silopiya, Gever û Şirnexê, hesreta ciwanên azad û jiyana hevpar û bi biryardariyê nîşan didin. Gelê Kurd li ser vê xakê, jiyana azad ji mêj ve heq kiriye. Hêzên dagirker û talanker ên dewleta Tirk, DAIŞ, hêzên çeteyên faşîst ên Erdogan, hêza wan têrê nake ku vê berxwedanê bişkînin. Tevgera Azadiya Kurd, gelê me, jin û ciwan, zarok û kal hemû ferdên civakê di rastiya berxwedana Rêbertiyê de wê li ber xwe bidin.
Heta ku gerîla li ser vê xakê hebin, seferên îmhakirinê yên hikûmeta AKP’ê û Erdoganê faşîst ên li dijî gelê Kurd, azadiya Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û şoreşgeran wê ti carî negihêjin armancên xwe.
Têkoşîna rewa ya gelê Kurd, bi ya hemû gelên me re bi berxwedanê wê bê derbaskirin. Li ser vî esasî bi ruhê Hemleya 1’ê Hezîranê, em berxwedana xwerêveberiyê bi rêzdarî silav dikin. Di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn berxwedêrên li bajarên Kurdistanê, şehîdên me yên ku pêşengtî kirine, weke qehremanên pêşengên têkoşîna me bêmirin in. Bi ruhê azadiyê yên ciwanan û jinên Kurd, di kesayetên pêşeng ên li dijî mêtîngeriyê li ber xwe dan de bi armanca afirandina jiyana azad û hevpar serkeftinên mezin bi dest xistin.
Di heman demê de bi wesîlaya 3. salvegera berxwedana Geziyê jî şehîdên berxwedana Geziyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ruhê berxwedana Geziyê, li dijî sîstema dîktatorî û faşîzma li Tirkiyeyê bersiva herî bi heybet a rabûna gelan e. Di dîroka berxwedana gelê Tirkiyeyê de gaveke nû û cuda îfade dike. Demokratîkbûn û azadbûnê Tirkiyeyê, bi zindîbûna ruhê Geziyê û berdewambûna wê ve mimkûn e. Bûyerên Geziyê, serhildana Geziyê ji bo naskirina rastiya dewleta Tirk û gelên Tirkiyeyê gaveke girîng bû. Durûtiya hêzên şerê taybet ê Tirkiyeya nîjadperest, rûyê wê yê îmhaker bi vê serhildanê derketiye holê. Canên di berxwedana Geziyê de careke din bi rêzdarî bi bîr tînin.
Sekna ruhê berxwedanê ya ciwan û jinên Geziyê û 1’ê Hezîranê, îro li dijî faşîzm û dîktatoriyê daneheva têkoşîna dîrokî ya gelên Kurd û Tirkiyeyê derxistiye holê. Li dijî faşîzma Erdogan, di pêşengiya jin û ciwanan de ji bo pêşketina berxwedanên hevpar û têkbirina faşîzmê em di rojên dîrokê re derbas dibin. Li dijî dîktatortiya Erdogan û faşîzma AKP’ê, em bang li jinan, ciwanan, çep, sosyalîst, demokratîk, rewşenbîr, nivîskar û hemû beşan dikin ku berxwedana xwe hevpar bikin û jiyana me ya hevpar a azad, wekhev, demokratîk ji nû ve ava bikin.”