Koordînasyona KJK'ê ragihand, ku ji bo jin xwe ji her şêwe pêkanînên zîhniyeta mêr biparêzin, beriya her tiştî pêwîstiya wan bi sîstemeke ji jiyaneek azad û hevkhev heye û bang li hemû jinan kir, ku li dora daxwaza xwerêvebirinê ya gel bicivin û tevlî berxwedanê bibin.
Koordînasyona KJK'ê, "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, beriya niha bi 32 salan bi awayekî fermî hat qebûlkirin, lê belê şîdeta li dijî jinê hînê li gelemperiya cîhanê bi piralî didome. Di berxwedana li dijî vê şîdetê de, di serî de xwişkên Mîrabel em hemû jinên bûne qurbanê mejiyê mêr û desthilatdariyan, hemû jinên di têkoşîna ji bo siberojên azad de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê em ê siberojên azad, wekhev û demokratîk ava bikin."
Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniyê de gotin, "Gelên Rojhilata Navîn ev hezar sal in, rastî şîdeta ji ber dewletê û saziyên desthilatdariyê hatin" û wiha dewam kir: "Herî dawî piştî kûrbûna krîza Rojhilata Navîn, ji sala 2010'an û pê ve şîdetê tecrûbeya xwe ya hezaran salî dawerand û ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ û destekdarên wê yên xwe ji heman zîhniyetê xwedî dikeve bi rêbazên nû hat bikaranîn. Bedena jinê weke qada şer a mezheban, rêxistin û dewletan hat bikaranîn. Pêkanîna li Şengalê li hemberî bedena jinên Êzidî hat meşandin, bandora kulta hezaran salan a li sedsala me bû. Ne tenê jinên Êzidî, bi hezaran jinên Ereb, Kurd, Tirkmen, şebek, Asûrî û Ermenî rastî şîdeteke mezin hatin, bi hezaran ji neçarî cih û warên xwe terikandin û bi jiyaneke penabertiyê ya ji mercên nebaş re rû bi rû man. Aqlê desthilatdariyê ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, ji aliyê siyasî ve jî bi gelek pêkanînan re jin û têkoşînên demokratîk hedef girt. Li Tirkiyeyê, lêpirsîna li hemberî sîstema hevserokatiyê hatin vekirin û dûrxistina ji wezîfeyê ya hevserokên jin, heman refleksa aqlê desthilatdariyê ye ku dewleta Tirkiyeyê bi xweranegirtinê nîşan daye. Ji aliyê din ve, pêkanînên şîdetê yên yek bi yek jinan hedef digirin, roj bi roj zêde dibin. Şîdeta leşkerî û siyasî ya zêde bûye, şîdet veguherandiye parçeyek ji jiyana rojane. Li hemberî van hemû pêkanînan, jinan jî di şexsê Şoreşa Rojava de berxwedanek nîşan dane ku ji hemû jinan re bûye çavkaniya îlhamê. Jina ku bi hezaran salan hewl hatiye dayîn bê çavtirsandin, bi berxwedana nîşan dide re îro bûye hêviya Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê. Li dijî şîdeta li hemberî jinê û her şêwe kolekirinê, ji têkoşîna sîstemeke civakî ya azad, demokratîk û wekhev, têkoşîna bi hev re, şert e."
Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Weke jin, ji bo em xwe ji her şêwe pêkanînên ji aqlê mêr biparêzin, beriya her tiştî pêwîstiya me bi sîstemeke ji jiyaneke azad û wekhev heye. Serketina daxwaza xwerêvebirinê ya gelê me li Rojavayê Kurdistanê, Şengal, Cizîr, Farqîn û Nisêbînê, ji bo me jinan wê bibe çepera herî xurt a li dijî zîhniyetê yekparêz û aqlê mêr ê hezaran salî, hatiye bidexistin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li dora daxwaza xwerêvebirinê ya gelê me bicivin û tevlî berxwedanê bibin."