KJK: Ji bo azadiya Ocalan têkoşîneke hevpar hewce ye
KJK: Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li hemû lêgerokên azadiyê, raya giştî ya demokratîk û şoreşgeran dikin ku bi hev re têbikoşin û berxwedanê xurt bikin.
KJK: Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li hemû lêgerokên azadiyê, raya giştî ya demokratîk û şoreşgeran dikin ku bi hev re têbikoşin û berxwedanê xurt bikin.
KJK têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Ji bo azadiya Rêber Apo ku remza azadiya jinê, xwişk û biratiya gelan, raman û têkoşîna ekolojîk û demokrasiyê ye, em bang li hemû lêgerokên azadiyê, raya giştî ya demokratîk û şoreşger dikin ku bi hev re têbikoşin û berxwedanê xurt bikin.’’
Koordînasyona KJK’ê ku daxuyaniya nivîskî da, diyar kir ku di pêvajoya berxwedanê ya têr û tije de ku hê jî berdewam e, dewleta TC bi êrîşên xwe yên ku bi ser gelê me û tevgera me ya azadiyê de tîne, rûyê wê yê faşîst careke dî nîşan daye. Koordînasyona KJK’ê got,di vê pêvajoyê de ya ku dikeve ser gelê me û tevgera me ew e ku têkoşîneke wiha bidin ku vê faşîzmê bişkînin û azadiyê ber bi serkeftinê ve bibin û wiha bi nav de çû, ‘’ Pêvajoya li ser esasê diyalogê û aştiyê ku Rêbertiya me bi rê ve dibir, piştî ku TC’ê di şexsê Rêber Apo de ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîda girankirî da destpêkirin, bi dawî bû. Dewleta TC siyaseta êrîş û îmhayê ku niha berdewam e, cara pêşî, piştî ku tecrîda li ser Rêbertiyê girantir kir û hevdîtinên li gel wî bi temamî birîn, da destpêkirin. Li ser vê zemînê şerê ku TC’yê dayî destpêkirin, beriya her tiştî li dijî heqîqeta Rêbertiyê hatiye destpêkirin; li hemberî îdeolojiya Rêbertiyê hatiye destpêkirin.
Rêbertiya me, piştî ku hêzên komploger ên navdewletî ew radestî Tirkiyê kirin, di zindana Îmraliyê de hate girtin. Bi dadgehekirina têşeyî, 29’ê Hezîrana 1999’an TC’ê biryara îdamê da. Ev weke pênîşandan lîstika ku berê plana wê hatibû kirin pêk hat. Di 17 salên bihurî de li ser zemîna pergala Îmraliyê, li hemberî Rêbertiya me tecrîda girankirî, zexta psîkolojîk û fizîkî, jehrkirin jî di nav de rêbazên herî tûj ên şerê taybet hatin xebitandin. Ji 5’ê Nîsana 2015’e ve li hemberî Rêbertiya me, polîtîkayên tecrîdê hildane asta herî bilind. Hemû hêzên komloger ên ku plana biryara îdamê girêdan, ên ku konsepta zindana Îmraliye diyar kirin, gelê Kurd ê ku bi aqil û dilê xwe girêdayî Rêbertiya xwe ye, wê vê zilm û zordariya ku li ser Rêbertiya wî tê kirin qet ji bîr neke. Em weke tevgera azadiyê careke din diyar dikin, heya em azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe bi xurtkirinê bidomînin. Em weke tevgera jinê li ser bingehê ku em layiqî wate û hêviya azadiya jinê ku Rêbertî dayiyê, heya ku azadiya Rêbertiyê û jinê pêk were, bi hemû hêza xwe em ê têbikoşin.’’
POLÎTÎKAYA KU XWE DISPÊRÊ TCRÎDÊ Jİ 1999’AN VE DIDOME
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hate diyarkirin ku ji 1999’an ve her çiqsî ji hêla têşeyî ve ji hev cihê bin jî polîtîkaya ku xwe dispêre tecrîdê û îzolasyonê li ser Ocalan berdewam dike û wiha hate gotin: ‘’ Gelek caran cizayê tenêmayina domdirêj dane Rêbertiya me, hemû derfetên agahdarbûnê, ragihandinê ji destê wî hatin standin. Bi van kirinan zext li ser Rêbertiya me pek anîn û xwestin ku gel û tevgera me tehdît bikin. Ev sepanîn û polîtîkayên zextê yên li ser Rêbertiya me nayên qebûlkirin. Li hemberî van polîtîkayan divê şerê azadiyê û berxwedan were xurtkirin. Hemû helwestên neyênî yên ku dewlet li hemberî Rêbertiya me nîşan bide, bi xurtkirina berxwedanê ya tevgera me ya azadiyê, bi berxwedana gel û jinan wê bersivê ji xwe re bibîne.
Rêber Apo, çiqasî sepanînên tecrîdê yên li zindana Îmraliyê, bi çewisandin û konsept aşerê taybet tê birêvebirin jî, têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê bi awayekî herî afirîner bi rê ve biriye. Ev kiriye rojeva Tirkiyê, Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê. Modêla Neteweya Demokratîk weke şêwaza sereke ya derketina ji jiyana bi kaos û krîzê ku kapîtalîzmê li ser mirovahiyê ferz kiriye, nîşan daye. Rêbertiya me bûye hêviya azadiyê ji hemû hêzên demokrasiyê, hêzên dijî pergalê re, ji jinan re û ji baweriyên cihê û beşên cihê yên civakî re. Xêz û paradîgmaya îdeolojîk ya ku Rêbertiya me derxistiye holê xweyî pêşdîtin û asoyeke wiha ye ku wê sedsalên pêşiya me ronî bike û rênîşandar be. Paradîgmaya azadiyê ku ji bo gelan, jinan, ciwanan perspektîf, şêwaz û rêbazeke xurt derdibirîne, rênîşandêra avakirina civaka azad e. Ji ber ku paradîgma bûye hêviya azadiya jiyanî û civakî, gelên beşên cihê, jin di xêta Rêbertiyê de dicivin. Her wiha şert û mercên berbiçav ku Rêbertiya me tê de ye, ji hêla hemû lêgeroên azadî û demokrasiyê û hemû dostên me û jinan ve tê şopandin.’’
‘BÊYÎ AZADKIRINA RÊBERTIYÊ TI AZADÎ PÊK NAYÊ’
Koordînasyona KJK’ê diyar kir, Ocalan, di sedsala 21’ê de de ku pêvajoyek aqilê serdest ê zilêm di asta herî bilind de bû, pêşî xwe azad kiriye û piştre xebata azadkirina hemû civakê bi rê ve dibe û bi berdewamî, “bi perspektîfa îdeolojîk, bi hişmendiya jiyana azad û bi rêbazên têkoşînê tim bûye ronkahî li ser têkoşîna azadiya jinê. Yek ji xebata herî mirêsdar a Rêbertiya me ew e ku ji bo azadkirina jinê, mîsyon û bawerî daye jinê. Rêbertiya me rêya ku xwe digihîne azadiya jinê, bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê berbiçav kiriye. Azadiya jinê di ser hemû azadiyan re hewceyiyek e û di çareseriya hemû pirsgirêkên civakî de xweyî risteke sereke ye. Di ronîkirina dîroka jinê ya ku nehatî nivîsîn de, di pêkanîna rêbazên têkoşînê û şêwaza wê de Rêbertiya me kedeke mezin daye û pêşengtî kiriye. Çawa ku azadiya jinê ji bo Rêbertî azadiyeke sereke ye, hêzên li dijî Rêbertiyê jî her pir jinan ji xwe re dikine hedef û dixwazin derbê li xeta azadiyê bixin. Ji bo vê jî bihistyariya jinan a li ser rewşa Rêbertî û şert û mercên ku di nav de dijî pir kûr e. Em weke jin cihê ku em ê lê dest bi têkoşîna azadiyê bikin, divê azadkirina Rêbertî be. Bêyî azadkirina Rêbertî ti azadiyeke dî nikare were pêkanîn. Azadiya Rêbertiya me di serî de jin wê azadiya hemû gelan, cihêtiyên civakî, lêgerokên demokrasiyê û azadiyê bi xwe re bîne.
Banga me li hemû gel, jin û ciwanên me yên ku li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û dinyayê dijîn ev e; ‘’ Em hemû bi hev re, ji bo azadiya Rêbertiya xwe, bi hemû hêza xwe em xwe tevlî xebatên şoreşger bikin.’’ Hemû jinên ciwan bi tevlîbûna nav refên YJA STAR, YPS JIN, YPJ, YJŞ, HPJ em helwesta xwe ya bibiryar a xwedîderketina li azadiya Rêbertiya xwe nîşan bidin. Her wiha di hemû xebatên qadên civakî de; di rêxistinên komun-meclîs, perwerdehî, çapamenî, kultur, ekolojî, xebatên aborî de bi awayekî aktîf em tê de cih bigirin û em rêyên pêkanîna azadiyê çêbikin. Li hemberî faşîzmê, dîktatoriyê berxwedana xwe xurt bikin. Em weke jin bi tevlîbûna nav xeatên civakî, polîtîk, xweparastin, îdeolojîk dikarin têkoşîn û berxwedan xurt bikin û pê re azadiya Rêbertiya xwe, gelê xwe û jinan pêk bînin. Em beriya her tiştî bi pêşvebirina hêza gewherî, vîna gewherî û rêxistiniya gewherî em dikarin hevrêtiyeke rast bi Rêbertiyê re bikin. Serkeftin di destê gelê me, jinên me û hêzên me de ye. Hilweşandina pergala zilmê ya Îmraliyê ku li dijî Rêbertî tê xebitandin, bi rêxistinbûyin, perwerdehî û çalakiyên jinan, gelan û ciwanan pêk tê.”
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Koordînasyona KJK’ê bang kir ku divê Ji bo azadiya Rêber Apo ku remza azadiya jinê, biratiya gelan, raman û têkoşîna ekolojîk û demokrasiyê ye, em bang li hemû lêgerokên azadiyê, raya giştî ya demokratîk û şoreşger dikin ku bi hev re têbikoşin û berxwedanê xurt bikin û wiha domand: ‘’ Li ser bingehê azadiya Rêbertiya me ku bi çavekî gerdûnî li tevahiya pirsgirêkên jiyanê dinere û çareseriyên pergalî ji bo pirsgirêkên li ser jiyanê têne ferzkirin tîne, em têkoşînê xurt bikin. Di eniya jinê de jî banga me ji bo femînîst, akademîsyen, nivîskar û hunermendan ew e, têkoşîna xwe ya hevpar, wek ku em li qadên din didin, di azadkirina Rêbertiya xwe de em bi hev re bi rê ve bibin. Li hemberî hişmendiya serdest a zilêm ku di şexsê Erdogan û AKP’ê de berbiçav bûye û li dijî polîtîkayên wî yên komkujiya hovane, bi berxwedaneke hevpar a hemû jinan, li ser bingehê pêkanîna azadiya Rêbertiya me, başkirina şert û mercên tenduristiyê û ewlekariyê em rêzeçalakiyan bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî xurt,çalak tevlî çalakiyên li derdora azadiya Rêbertiyê bibin û li dijî dewleta Tirk berxwedana xwe ya li her qadê bi biryardariyeke xurt û bi coşdariyekê bidomînin.