KJK: Em têkoşîna Denîzan xurt bikin

Koordînasyona KJK'ê di salvegera 43. a darvekirinê de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi rêzdarî bibîr anî. KJK'ê, di serî de jin bang li mirovên alîgirê azadiyê kir ku têkoşîna Denîzan xurt bikin.

Koordînasyona KJK'ê di salvegera 43. a darvekirinê de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi rêzdarî bibîr anî. KJK'ê, di serî de jin bang li mirovên alîgirê azadiyê kir ku têkoşîna Denîzan xurt bikin.

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rojhilata Navîn tevî ku weke dergûşa mirovahiyê xwedî daneheviyên wateya dîrokî ye, di heman demê de xwedî daneheviya mêtîngeriyê ye û vê trajediyê dijî. Lehengên li hemberî vê trajediyê timî li ber xwe dan û di nava çalakiyan de bûn, mîna duh îro jî hene, sibe jî wê hebin. Lehengiya 6'ê Gulana 1972'an weke israra di berxwedêriya sosyalîzmê de heqîqeta paşerojê bû û navê vê hebûnê îro heqîqeta afirînerê îdeolojiya sosyalîzma demokratîk Rêber Apo ye. Rêhevalên Kemal Pîr, Hakî Karker ên ji nehejîna têkoşîna sosyalîzma demokratîk bawer kirin, ala kevneşopiya berxwedêrî û şoreşgerî ya 6'ê Gulanê di têkoşîna gelê Kurd de ber bi bê xistin û jiyana bi rûmet afirandin. Di roja îro de jî li Kobanê hevalê Paramaz bi lehengiya piştevaniyê tevlî rêhevaltiya jiyana bi rûmet, yekîtiya demokratîk, biratî û hevgirtina gelan, bûye."

KJK'ê got, "Di ser çandina sê şitlan li xaka Kurdistan û Anatoliyê re çil û du sal derbas bûn. Dîrok di sala çil û sêyemîn de ji pêkhatina stratejiya sosyalîzma demokratîk a gelên Kurdistan û Anatoliyê re şahidiyê dike" û ev yek destnîşan kir:

"Beriya niha bi çil û du salan, bi baweriya eşqa azadiyê û sosyalîzmê re, tovên yekîtiya gelan û civakan hatin çandin. Bi darbeyên leşkerî yên faşîst re hewl hat dayîn ev tovên azadiyê werin hişkkirin. Ala têkoşîna şoreşger ku hat xwestin li sêdaran werin daliqandin, ji aliyê Rêber Apo û PKK'ê ve li çiyayên Kurdistanê hat bilindkirin. Rêber Apo ku têkoşîna Denîzan, Yûsûfan û Huseyîndan dewr girt, îro vê yekê bi yekîtî û biratiya gelan re tacîdar dike. Serketina sosyalîzma demokratîk, wê bi hilweşîna sîstema modernîteya serdest û hegemon a li Rojhilata Navîn pêk were. Roja îro ku ji demên bihurî bêhtir xwedî derfetên serketinê ye, roja ku Denîz 'Bijî biraitya gelên Kurd û Tirkiyeyê' ye.

Hebûna faşîzmê îro bi hezar rûyî dewam dike. Piştevanî û berxwedana Kobanê ya navneteweyî û navgelan a li dijî nexweşiya DAIŞ'ê, bi têkoşîna enternasyona a ji Denîzan dewr hat girtin re ji faşîzmê re gotiye 'Bisekine'. Di têkoşîna mirovahiyê gelek kêlî hene, ku ev kêlî wateyê didin dîrokê. Xwe gihandina hev a wate û azadiyê, di roja îro de bi dijberiya faşîzmê dibe. Dijderketina li mêtîngeriya hov a modernîteya kapîtalîst, di roja Îro de bi rêxistinbûyîna li hemberî fazîşma AKP'ê dibe."

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Şitlên azadiyê yên di sala 1972'an de hatin çandin li Kurdistanê reh berdan. Weke şahida avabûna civaka xweser û demokratîk a gelan KJK, em van her sê şitlan Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera çil û sêyemîn a şehadeta wan de bi rêzdarî bibîr tînin û careke din diyar dikin ku em ê hesreta wan a jiyana azad li welatê hevpar, bicih bînin.

Û em dibêjin, ku weke Jinên Azad ên Kurdistanê, ku bi bîr û baweriya afirandina civaka demokratîk, soza me heye ku neteweya demokratîk, aştî, biratî û berxwedana gelan li her qadê bi daxwaza têkoşînê bicih bînin.  Di serî de jin em bang li hemû mirovên alîgirên demokrasî, sosyalîzm û azadiyê dikin, bang li hemû gel, civak, kom, bawer û nasnameyan dikin ku tevlî xurtkirina têkoşîna Denîzan bibin."