KJK: Em sedsala xwe dikin bihar

Koordînasyona KJK’ê derbarê 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Dibe xwedî wateyeke nû ku qonaxa duyemîn a azadkirina Rêbertî bi bi roja têkoşîna dijî tundiya li ser jinê re bibe yek.’’

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku ew 25’ê Mijdara Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ya 2017’an bi hişekî şiyar, bi rêxistinî û têkoşînê pêşwaz dikin û got, ‘’Em bi têkoşîna azadker û xweşikker a jinên serhildêr ên sedsala 21’ê vê sedsala xwe dikin bihar.’’

Koordînasyona KJK’ê têkoşîna Xwîşkên Mîrabel bi bîr xist û diyar kir hemû jinên şehîd ên ku li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn li dijî zilam-serweriyê têdikoşin bi  bîr tînin.

TERORA DEWLETÊ Û MÊR MIROV NIKARE JI HEV VEQETÎNE

KJK’ê bi berdewamî diyar kir ku tundiya li ser jinê di asta herî bilind de ye û ji welatên pêşketî bigirin ta yên li paş mayî ev tundî bi asta herî bilind tê jiyîn. KJK’ê bi domdarî got, ‘’Ji bo vê jî polîtîkayên tundiyê yên yên terora dewletê û mêr ên li dijî jinê gihaştine asta xwe ya herî bilind. Terora dewletê û mêr mirov nikare ji hev veqetîne. Weke goşt û neynûkê ne. Yek yê dî têr dike, diparêze û xurt dike.’’

Koordînasyona KJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişande ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn û hate gotin, ‘’Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya jina Kurd ku li Kurdistanê bi Rêber Apo re geş bûye, bûye partî, artêş û hêza xwepastinê ya ku têkçûnê nizane hem li çiyan û hem li bajaran xwe ispat kiriye. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 3. de jinên ku bûne xwedî partî, artêş û şer dikin, li çiyayên Kurdistanê û li Rojava, Şengalê, li bajaran li dijî DAIŞ’ê, netewdewletan, ji bo gelên ku li djî hêzên zilamserwer şer dikin bûne hêvî

AZADKIRINA RÊBER APO PEYWIREKE JIYANÎ YE

Bi domdarî di daxuyaniyê de pêvajoya têdeyî hate destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de wê çarenûsa 100 salan diyar bike û hate gotin tam di vê pêvajoyê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye. KJK’ê wiha got: ‘’Êşkenceya tecrîdê ya ku ev 2 sal û nîv e  li ser Rêber Apo tê kirin, ku Rêber Apo jiyana xwe daye azadiya gelan, jinan tê maneya ku gelan û jinan di tecrîdê de bihêlin. Peywireke jiyanî ye ku Rêber Apo were azadkirin, ku Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilata Navîn mifteya azadiyê, aştiyê û jiyana azad a ji bo jinan û gelan di dest xwe de digire.’’

KJK’ê bi domdarî diyar kir ku ew bi rengekî stratejîk nêzî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin û ji bo vê jî di Kongreya 8. a KJK’ê de bi dirûşma, ‘’Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re bi azadî bijîn’ pêvajoya pêngavê dane destpêkirin. KJK’ê diyar kir ku wan plana wê danîbû ku pêvajoya pêngavê, qonaxa wê ya pêşî 25’ê Mijdarê bi dawî bikin, ji ber ku tundiya li ser jinê parelelî birîna hevdîtinê ya bi Rêbertî ye, bi bi girtina pergala îzalosyanê pêk hatiye. KJK’ê wiha got: ‘’Ji bo vê jî qonaxa duyemîn a Pêngava me 25’ê Mijdarê dest pê dike û heta 15’ê Sibatê didome.’’

SEDSALA 21’Ê WÊ BIBE SEDSALA AZADIYA JINAN

Koordînasyona KJK’ê bi domdarî got, ‘’Yekkirina qonaxa duyemîn a azadkirina Rêbertî ya bi roja têkoşîna dijî tundiya li ser jinê wateyeke dî li rojê bar dike. Ji ber ku azadiya Rêber Apo yê ku artêşbûna jinê, partîbûna jinê, îdeolojiya jinê, pergala azadiya jinê pêk anî û Rêbertiya ramanî û pratîk a zanîna jinê û hevjiyan azad dike, dibe azadiya jinê. Hêza dawîlêanîna tundiyê ye. Ji bo vê jî li Kurdistanê 25’ê Mijdarê ya îsal bûye xwedî wateyeke berfirehtir. Bi biryardariya geşkirina têkoşînê ya ji bo azadiya Rêbertî em Rêber Apo careke dî slav dikin.

Sedsala 21. wê bibe sedsala azadiya jinê. Ji bo vê em di serdemek wiha de dijîn ku azadiya jinê geş dibe, muxalefetiya jinê xurt dibe û jin pergaleke alternatîf ava dikin.’’

DIVÊ JINÊN KURD BIBIN PÊŞENGÊN YEKÎTIYA DEMOKRATÎK

KJK’ê herî dawî got: ‘’Ev 25’ê Mijdarê li Kurdistanê divê dibe roja têkoşînê ya hemû jinên azadîxwaz. Ji partiyên siyasî yên cihê, ji derdorên cihê re, divê em jinên Kurd bibin pêşengê afirînerê yekîtiya neteweya demokratîk. Bi vê wateyê bi serkeftî me konferansa Netewî ya 3. bi serkeftî pêk aniye. Li ser vê bingehê em bang dikin ku jinên Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk pêk bînin.’’

BANG

Koordînasyona KJK’ê herî dawî bang li hemû jin, ciwan û civakê kir ku 242ê Mijdarê bi rengekî çalak tevlî çalakiyên rawestandina tundiya li ser jinê bibin, tevlî her cure çalakiyên pretestoyî yên bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinê bibin.