KJK: Em pêngava tolhildanê ya hêzên Êzidî silav dikin

KJK’ê Pêngava Tolhildanê ya Jinên Êzidî silav kir û got; “Em bang li gelê xwe yê Êzidî, ciwan, jinan dikin ku, ji bo parastina xak, çand û baweriya xwe ji nû ve werin ser axa xwe.”

Koordînasyona KJK’ê têkîldarî Pêngava Tolhildanê ya Jinên Êzidî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serdema herî bi krîz a mirovahiyê ye û navenda vê jî Rojhilata Navîn e, ev hatin gotin;

‘BI PÊNGAVÊN ŞOREŞGERÎ YÊN PKK’Ê HAT RIZGARKIRIN’

“Jın, gel, bawerî, tevahî komên etnîk di pençeyên zihniyeta netew-dewlet de bi tinebûnê re hevrû ne. Li dijî vê jî şerê berxwedan û xweparastina herî mezin a dîroka mirovahiyê ji hêla jinan, gelan û komên baweriyê tê meşandin.

Gelê me yê Êzidî wek gel û olê herî kevn ê dîrokê, li axa Mezopotamyayê careke din 3’yê Tebaxa 2014’an bi fermanekê re hevrû mane. Êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ku rûyê zilam ê herî faşîst a Rojhilata Navîn e, li ber çavên tevahî cîhanê pêk hatine. Li Şengalê qetlîamek mezin, qirkirin pêk hat. Bi hezaran jinên Êzidî wek ganîmet dîl hatin girtin. Destdirêjî li wan hat kirin. Bi sed hezaran Êzidî ji axên xwe hatin sirgûnkirin. Hedefa çeteyên DAÎŞ’ê ya faşîst bi temamî qirkirina gelê me yê Êzidî bû. Bi saya berxwedana gerîlayên PKK’ê gelê me yê Êzidî ji qirkirinek mezin hat rizgarkirin. Li Çiyayên Şengalê di pêşengiya felsefeya jiyanê ya Rêber Apo de destpêkek nû ya civakê çêbû.

Dûvre, bi pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên PKK’ê ve ku 13’ê Mijdara 2015’an pêk hatin, Şengal hat azadkirin. Bi girtina Şengalê, hêviyên azadkirinê û jiyanek nû hatin zindîkirin. Axên zihabûyî bi ruhê berxwedanê şîn bû. Bi hezaran Êzidî vegeriyan axa Êzidxanê, xwedî li xwe, dîroka xwe û çanda xwe derketin. Bi pêşengiya îdeolojî, felsefeya Rêber Apo, meclîsên gel û jinên Êzidî careke din hatin sazkirin. Bi zanebûnê, rêxistinbûyinê birînên qetlîamê tên pêçandin. Vejîn, careke din bi ked, xebatên têgihiştinê ve pêk hat.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Niha jî, li xaka Êzidxanê, li dora Şengalê careke din pêngavek şoreşgerî hat destpêkirin. Ji bo xakên ku hê jî di dagirkeriya DAÎŞ’ê de ye bên rizgarkirin, di pêşengiya hêzên Êzidî YJŞ’ê de ‘Operasyona Tolhildana Jinên Êzidî’  dest pê kir” û wiha pê de çû;

‘DIVÊ GELÊ ME YÊ ÊZIDÎ YÊ HATÎ SIRGÛNKIRIN VEGERE XAKA XWE’

“Ev pêngava ku bi rizgarkirin, tolhildana jinên Êzidî dest pê kiriye, di heman demê de armanca xwediderketina nasname, dîroka Êzidî jî di xwe de dihewîne. Em YJŞ, YBŞ’ê yên ku li Şengalê ev pêngava şoreşger, rizgar dike dane destpêkirin û didomînin silav dikin. Pîroz dikin. Wê tola jinên Êzidî hêzên xweparastinê yên YJŞ, YBŞ hilîne. Ev pêngava hêzên YJŞ, YBŞ’ê wê bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê bê nexşandin. Em bang li gelê xwe yê Êzidî, ciwan, jinan dikin ku, ji bo parastina xak, çand û baweriya xwe ji nû ve werin ser axa xwe.”

 ‘ZINDÎ BÛN Û ŞER DIKIN’

Koordînasyona KJK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev peyam dan:

“Êzdatî ku yek ji olên herî kevnar ê dîrokê ye, li ser vê axê wê bi pêşxistina berxwedan û xweparastina xwe bi awayekî hê zane, hê dewlemend, hê pêşketî bijî. Bi îradeya xwe, têgihiştina xwe, rêxistinbûyina xwe ve wê bi gelên herêmê re hevpar bijî. Ji bo serkeftina hêzên parastina gelê me yê Êzidî, em wek jinên Kurd em ê hevpar bixebitin. Li Şengalê, Êzidxanê,   jiyana alternatîf li ser esasê demokrasî, wekhevî, azadî bi pêşengiya mejî, keda jinê bi pêş dikeve. Gelê me yê Êzidî, jin vê carê bêyî ji kokên xwe qut bibin wê li Çiyayên Şengalê bijîn. Vejîna gelê me yê Êzidî, azadî, xweparastin û jinûve avakirina jiyanê bi pêşengiya jina azad pêk tê. Gelê me yê Êzidî jinûve zindî bûye û şer dike. Li ser vî esasî, em careke din hêzên YJŞ, YBŞ’ê bi coş silav dikin.”