KJK: Em bi ruhê azadiyê yê Sarayan, Sêvêyan têbikoşin

Koordînasyona KJK'ê bang li tevahiya jinên Kurd kir, ku li dijî mêtîngeriya qetlîamker jiyan û azadiyê di nava bend û berxwedana xwerêveberiyê de biparêzin, jiyana azad ava bikin û bi ruhê azadiyê yê Sara û Sêvêyan têbikoşin.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, nûnera ruhê azadiyê û dîroka me ya têkoşîna azadiya jinê Sara (Sakîne Cansis) û hevrêyên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de bi hovane hatin qetilkirin, di salvegera 3. a şehadeta wan de bi ruhê azadiyê û germaniya berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya jinê tê meşandin bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranîn û têkoşîna wan li kolanan, li bend û bajaran, bi serketinê re tacîdar bikin."

'KONSEPTA ŞERÊ TOPYEKÛN MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE'

KJK'ê diyar kir ku komkujiya parîsê, nîşaneya herî mezin a polîtîkayên qirkirinê yên dewlet û hikûmeta Tirk ên ji dîrokê ve li dijî gel û jinên Kurd tê meşandin e û wiha dewam kir: "Komkujiya Parîsê ku şênberiya dijminatiya nîjadperestî ya li hemberî Kurd û jinên Kurd e, nîşaneya asta kûr a karakterê qirkirina çandî û fîzîkî ya serdestên mêtîngeriya Tirk a li hemberî Kurdan e. Komkujiyên Dêrsim-Agirî-Zîlan û Mereşê, rawestgehên vê xeta qirkirina dîrokî ya dewleta Tirk e. Bi komkujiya Parîsê re li hemberî ruhê Kurdê azad ê di şexê hevrêya me Sara de jiyan û kesayetiyeke pêşeng afirandiye, hewl hatiye dayîn ku xeta qirkirinê li ser gel û jinên Kurd bê ferzkirin. Bi komkujiya Parîsê re ku Rêberê me weke Dêrsima Duyemîn pênase kir, xwestin ku şerê topyekûn ê di roja îro de li hemberî gel û jinên Kurd tê meşandin, bixin meriyetê. Di salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê de, bi heman rêbaz û armancê re, gel û jinên Kurd ên polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma AKP'ê qebûl nakin û di xeta azadiyê de berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan didin hedef hatine girtin û hatiye xwestin ku teslîm werin girtin. Rasthatinek nîne ku li Silopiyayê sê hevrêyên me yên jin bi heman hovîtî û çavsoriyê hatine qetilkirin. Ji ber ku ruhê azadiyê û kevneşopiya berxwedana şehîdên me yên Parîsê, bi awayekî zindî li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn û Geverê, li bendên berxwedana xwerêveberiyê yên bi pêşengiya jinê, dijîn. Kesayetiya şoreşger a pêşeng, ruhê têkoşer û berxwedêrî yê hevrêya me Sara, ji Parîsê heta Kurdistanê herikiye vê erdnîgariya ku mirovahî yekemcar li vir dest bi jiyaneke mayînde kir û bû xwedî çand. Li vê xaka ku hewl tê dayîn ji mirovan, ji çand û rûmetê bê paqijkirin, hevrêya me Sêvê û hevrêyên Fatma û Pakîze yên li Silopiyayê hatin înfazkirin, di xeta Sarayan de bûn nîşaneya beza azadiyê. Ev komkujiyên hovane û li dijî mirovahiyê, karaktera qirkirinê û bêçaretiya dewleta Tirk a mêtînger-faşîst radixin pêş çavan. Hêrsa dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP'ê ya li hemberî jin û gelê Kurd, ji ber bêencammayîna polîtîkayên xwe yên mêtîngeriyê rû daye. Ev êrîşa li dijî mirovahiyê û konsepta şer a topyekûn mehkûmî têkçûnê ne. Ev êrîş wê ti carî bê bersiv nemînin. Hesabê van komkujiyan wê were pirsîn, tol wê were hilanîn. Jin û ciwanên Kurd wê jiyaneke bênasname û bêparastinê ti carî qebûl nekin. Ruhê azadiyê û vîna jinê wê di berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd, di têkoşîna antî-faşîst de li refên herî pêş xwe bi rêxistin bike, pêşengiyê bike û bibe garantiya serketinê."

'LI NAVA BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ Û BENDAN, EM LI BER XWE BIDIN'

Daxuyaniya KJK'ê bi vê bangê bi dawî bû: "Em bang li tevahiya jinên Kurd dikin ku li dijî mêtîngeriya qetlîamker jiyan û azadiyê di nava bend û berxwedana xwerêveberiyê de biparêzin, jiyana azad ava bikin û bi ruhê azadiyê yê Sara û Sêvêyan têbikoşin."