KJK’ê diyar kir ku berxwedana jina ciwan Ferînaz Xostawanî ya li hember hewldana tecawizê ya ji aliyê hêzên taybet û îtlaatê li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê nîşan da li Rojhilatê Kurdistanê qonaxeke nû ya dîrokî ye.
Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku rejîma Îranê her cure rêbazên dij mirovî bikar tîne û li hember gelê Kurd şerekî hovanê dimeşîne. Koordînasyona KJK’ê da xuyakirin ku di vî şerî de ya herî zêde tê armanckirin, di şexsê Şîrîn Elemhûlî de jina pêşeng e ya kevneşopiya çand û berxwedanê hildigire û got: “Bi hemû cure rêbazên şerê taybet ê darvekirin, îşkence, fihûş û tecawiz ku bi destê dewletê tê pêşxistin re tê xwestin, gelê me yê Rojhilat were teslîmgirtin û pelçiqandin. Rejîma Îranê li hember gelê Kurd û jinan sîxurtî û jiyana bê rûmet dide ferzkirin. Jin ku bi awayekî evqasî zanebûn û bi destê dewletê tê xwestin bi her cure tecawiz, şîdet, êrîşên bi asît-bi kêran were palçiqandin, bersiva dewleta faşîst a Îranê ye ya li hember xeta azadiyê ya fedayî ya jina Kurd di berxwedana Kobanê de nîşan daye. Li hember heyranî û hêviya azadiya mezin a jina Kurd di roja me de, di nav gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê de afirandiye dewleta Îranê hewl dide bi her cure rêbazên qirêj û hovane tolê rake. Herî dawî berxwedana Ferînaz Xosrawanî ya li hember hewldana tecawiza Îtlaat û hêzên taybet nîşan da, li Rojhilatê Kurdisstanê qonaxeke nû ya dîrokî ye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ji niha û şûn ve wê ti êrîşên faşîst qebûl neke.”
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku hêrs û serhildana gelê Rojhilat a di serî de li Mahabad, Pîranşar, Şino, Sine û Merîvan li her qadê nîşan da dîwarê tirsê yê rejîma aÎranê hewl dide ava bike bi erdê re kiriye yek. Koordînasyona KJK’ê ev xisûs destnîşan kir: “Gelê me nîşan daye ku wê êdî bi ti awayî polîtîkayên şerê taybet ên rejîma Îranê qebûl nake. Di serî de gelê me yê Mahabad em tevayî gelê me yê Rojhilat bi ruhê berxwedana Kobanê û Rojava silav dikin. Ferînaz sembola jiyana bi rûmet, azad û demokratîk a ji nû ve di dil û hişê me de şîn dibe, şitildayîna berxwedana rêheval Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Hemin e.
Em careke din polîtîkayên qirêj ên rejîma Îranê ya dest diavêje jinan û her cure bêrûmetiyê li ser gelê me ferz dike lanet dikin. Em sekna serhildêr a gelê me silav dikin; em bang dikin ku gelê Kurd û jin ên li hemû parçeyên Kurdistanê, helwesta neteweya demokratîk werbigirin, bi awayekî bihêz xwedî li gelê me yê Rojhilat derkevin û yekîtiya xwe bihêz bikin. GelêK urd wê yekîtiya demokratîk a herî mezin pêk bîne, bi hişmendiya têkoşîna hevpar sînorên di hiş û dilê me de hatine avakirin hilweşîne pêşengiya demokratîkbûnê û azadiyê bike!
Em bang li tevayî jinên Kurd dikin ku li her qadê têkoşînê pêş bixin û rejîma Îranê şermezar bikin.”