KJK’ê Banga Cenevreyê îmze kir
KJK’ê hevpeymana Şîdeta Cinsî û Cudakirina Cîns qedexe dike ya Banga Cenevreyê îmze kir.
KJK’ê hevpeymana Şîdeta Cinsî û Cudakirina Cîns qedexe dike ya Banga Cenevreyê îmze kir.
Li gor daxuyaniya ji Banga Cenevreyê, endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) Jiyan Lava, hevpeymana Şîdeta Cinsî û Cudakirina Cîns qedexe dike îmze kir.
Têkîldarî mijarê Seroka Banga Cenevreyê Elîsabeth Decrey Warner, got li cihekî wek Rojhilata Navîn ku li ser jinê cudakirina cinsî pir zêde ye, îmzekirina hevpeymanên wiha ji aliyê aktorên çekdar ên girîng cesaretê dide. Warner diyar kir hêvîdar e ku ev bandora xwe li civaka sivîl û li ser hêzên çekdar ên derveyî dewletê jî bike.
Di daxuyaniya Banga Cenevreyê de ragihand ku PKK di nav xwe de têkîldarî şîdeta cinsî û cudahiya cins de xwedî hiqûqek hundirîn e, bi hevpeymanê jî wê ev di nav refên PKK’ê de bê şopandin.
Jiyan Lava jî di peyama bi dîmen a ji Banga Cenevreyê re şandî de got vê hevpeymanê ji ber li dijî şîdeta li ser esasê cins in û li hember şîdeta li ser jinê ne îmze kirine. KJK’ê jî di hevpeymana hemwext weşan de îfade kir ku KJK şîdeta li hember jinê wek sûc digire dest.