KJK: Divê gelê me bi pêşengiya jin û ciwanan li her derê dakeve qadan

KJK'ê bal kişand ser konsepta dewleta Tirk a tinekirinê û destnîşan kir, ku ev konsept di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî tevgera azadiyê û tevahiya gelê Kurd tê meşandin.

Koordînasyona KJK'ê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku heta niha agahî jê nayê girtin û 'Grêva Birçîbûnê' ya îro li Amedê destpê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna azadî û aştiyê ya Ocalan hat kirin û bang li gelê Kurd hat kirin, ku li her deverê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û metropolan çalakiyan zêde bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona komalên Jinên Kurdistanê (KJK) de hat gotin, hemû hewldanên Ocalan û Tevgera Azadiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve bêbersiv hatine hiştin û siyaeta înkar û tinekirinê bi israr hatiye meşandin.

HEWLDANÊN AŞTIYÊ BÊBERSIV HATIN HIŞTIN, ÊRÎŞÊN TINEKIRINÊ DEWAM KIRIN

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku bi pêkanînên siyasî, çandî û qirkirina fîzîkî ve êrîşên topyekûn li gelê Kurd û tevgera azadiyê hatin kirin û wiha dewam kir: "Pûçkirina van êrîşên topyekûn û konsepta tinekirinê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, Rêber Apo bi fedekariyeke gelekî mezin tevgeriya. Lê belê desthilatdariya faşîst a AKP'ê her carê ev hewldan pûç kir; siyaseta mijûlkirin, rizandin û tinekirinê meşand. Projeyên demokratîkbûn û çareseriyê yên Rêberê me, bi qasî gelê Kurd ji bo alîgirên demokrasî, aştî û biratiya gelan ên li Tirkiyeyê bûn hêvî. Hêzên çep, sosyalîst, demokratîk; rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, jin û ciwanan destek dan van hewldanên aştî û çareseriyê yên Rêberê me. Lewma mutabaqateke civakî derket holê û ji bo desthilatdariya AKP'ê gavê bavêje, zexteke civakî rû da. Lê belê dîktatoriya Erdogan ev yek weke xeteriyeke mezin li hemberî xwe dît. Demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd weke astengiya herî girîng li pêşiya rejîma dîkta û sûltaniyê dît. Ji ber vê yekê, hema piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê darbeya siyasî kir û di bin navê plana têkbirinê de li dijî tevgera me û hêzên demokrasiyê konsepta tinekirin û teslîmgirtinê xist meriyetê. Di çarçoveya vê konseptê de mutabaqata Dolmabahçeyê tine hat hesibandin, ji 5'ê Nîsana 2015'an û pê ve hevdîtinên bi Rêberê me re hatin birîn û li Bakur û Rojavayê Kurdistanê êrîşên li dijî gelê me hatin zêdekirin. Bi nûkirina siyaseta dij bi Kurd re, îro ji bo tinekirina şoreşa Rojava tifaqên qirêj dike, bi dagirkirina Cerablûsê re dixwaze pêşî li statuya siyasî ya gelê me yê li Rojava bigire."

'GELÊ ME JI BO BIDESTXISTINA STATUYA SIYASÎ TÊDIKOŞE'

Di dewama daxuyaniya KJK'ê de hat bibîrxistin, gelê Kurd ji bo bidestxistina statuya siyasî têdikoşe û hat gotin, "Di sedsala 21'an de gelê me bi paradîgmaya nû ya Rêberê me re ji bo bidestxistina statuya siyasî têdikoşe û pêşengiyê ji afirandina aştiya li Rojhilata Navîn re dike. Di vê têkoşînê de gelek destketiyên girîng bi dest xistiye. Rêberê me afirînerê herî girîng ê van destketiyan e. Projeya xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo, ji aliyê gelên Rojhilata navîn ve weke çareseriya herî rasteqîn tê dîtin. Ev yek jî berjewendiyên hegemonîk û emperyal ên Tirkiyeyê û hêzên kapîtalîst ên navneteweyî xera dike. Lewma hêzên komploker ên navneteweyî û netewe dewletên herêmê yên li Kurdistanê mêtînger in, li ser dervehiştina Rêberê me ji pêvajoyê, li hev kirine. Li ser bingeha vê tifaqa qirêj, di êrîşên topyekûn ên li dijî Rêberê me û gelê me de, bi hevkarî tevdigerin.

'ÊRÎŞÊN KONSEPTÊ DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE TÊN MEŞANDIN'

Di navenda hedefa vê konsepta tinekirina topyekûn de Rêberê me heye. Ev sal û nîveke bi ti awayî hevdîtin bi Rêberê me re nayê kirin, em nikarin bi ti awayî agahiyê jê bigirin. Desthilatdariya faşîst a AKP'ê hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan tine dihesibîne û bi muameleya dîlgirtinê nêzî Rêbertî dibe. Derket holê ku di hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de planên xetere li ser Rêberê me hatin kirin. Darbekaran di şeva 15'ê Tîrmehê de helîkopter şandin Îmraliyê û kesên ji ewlekariya hundir û derve ya Îmrlaiyê berpirsyar bûn, ji darbekariyê hatin girtin. Ev yek jî gefa li Rêberê me tê xwarin çiqasî mezin e. Desthilatdariya AKP'ê bi israr naxwaze li ser şeva 15'ê Tîrmehê ya li Îmraliyê daxuyaniyê bide. Tevî hemû bangên tevgera me ya azadiyê, gelê me û hêzên demokrasiyê destûrê nade hevdîtin bi Rêberê me re were kirin û nahêle em bi ti awayî agahiyê ji tenduristî û ewlekariya Rêberê xwe bigirin. Ev rewş di mijara ewlekariya jiyana Rêberê me de di nava me û gelê me de rê li ber fikarên gelekî mezin vedike. Desthilatdariya AKP'ê bi vê helwesta xwe ve, gogeke ji agir a ku Tirkiyeyê bixe nava şerê naxweyî, bi destê xwe dafirîne.

PÊNGAVA NÛ YA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Ev êrîşên xetere yên li ser Rêberê me, şerê li dijî gelê me yê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, operasyonên li dijî hêzên gerîla yên di dema dawî de zêde bûne nîşan didin ku li hemberî me pêngaveke nû ya komploya navneteweyî heye. Têkbirina vê pêngava êrîşê, bi mezinkirina berxwedana li dora Rêbertî, bi tevgera mîlyonan mirovî û radîkalbûna têkoşînê li her cihî, dibe. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku heta agahî ji Rêberê me bê girtin û hevdîtin bi wî re were kirin, gelê me li her cihî, 24 saetan bi seferberiyê çalakiyan lidar bixe."

'JIYANEK BÊ RÊBERTÎ NABE'

Koordînasyona KJK'ê xwest, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin werin xurtkirin û ev bang li gelê Kurdistanê bi taybetî li jinan kir:

"Heta niha, di serî de li Ewropayê li her cihî gelê me çalakiyên girîng ji bo Rêbertî lidar xist. Em gelê xwe yê tevlî van çalakiyan dibin silav dikin. Lê belê şêwe û asta tevlîbûnê ya van çalakiyan têrê nekir ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin û cidiyeta rewşê nîşanî desthilatdariya AKP'ê bidin. Bi taybetî rêbaz û asta tevlîbûna gelê me ya li çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kêm e. Bi tevlîbûneke ji sed hezaran û bi asteke radîkal a çalakiyên herdemî, em dikarin xeterî û gefên li ser Rêberê xwe ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî, divê li Bakurê Kurdistanê û metropolan, jin û ciwan pêşengiyê ji çalakiyên radîkal û girseyî re bikin. Pêwîste her kêlî û qada jiyanê veguherin cihê çalakiyê, ji bo hevdîtina bi Rêbertî re. Bi şiyara 'Jiyana bê Rêbertî nabe' gelê me bi berxwedana neteweyî û ruhê seferberiyê, heta pêkhatina hevdîtina bi Rêbertî re li her cihî çalakiyan lidar bixe.

'GIRÎNG E BI TAYBETÎ LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û METROPOLAN ÇALAKÎ WERIN LIDARXISTIN'

Grêva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a civaka me ya Êzidî ya li Ewropayê ji bo Rêbertî daye destpêkirin, çalakiyeke ji mînaka herî pîroz a dilsoziya bi Rêbertî re ye. Ji bo heyetek bi Rêbertî re hevdîtinê bike, nûnerên siyasî yên gelê me û welatparêzên me îro li Amedê grêva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger didin destpêkirin. Ev yek biryardariyeke dîrokî ya civandina li dora Rêber Apo ye. Em her kesên van çalakiyên pîroz, însanî û wijdanî yên li Ewropa û Amedê lidar dixin, bi rêzdarî silav dkiin. Gelekî girîng e ku gelê me bi rengekî girseyî xwedî li van çalakiyan derkeve, piştgiriyê bide û tevlî bibe. Bi taybetî li dora çalakiya li Amedê, divê bi pêşengiya jin û ciwanan di asta neteweyî de xwedî li Rêbertî were derketin. Heta ku hevdîtinek rû bi rû ya bi Rêbertî re bê kirin û agahiyek têrker jê bê standin, lazim e çalakî neqedin û her kes kolanan veguherînin qada çalakiyan.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin, ku bi pêşengiya jin û ciwanan bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û metropolan, li her cihî dakeve qada çalakiyan. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin, ku alîgirê aştî û demokrasiyê ne, li ber faşîzma Erdogan-AKP'ê rabin û tevlî çalakiyan bibin."