Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê de got, "Dewleta TC îro jî bi zîhniyeta qetlîamker tevdigere. Yên ku êrîşî gelê berxwedêr ê Kurdistanê dikin, bajaran xera dikin û dişewitînin, xwedî heman zîhniyetê ne. Armanc; şikandina berxwedanê, têkiribina vînê, koçberkirina gel û ji hev xistina ruhê berxwedana hevpar e."
Koordînasyonê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku di ser komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmehê re 23 sal derbas bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şahiyên Pîr Sûltan Abdal ên 2'ê Tîrmeha 1993'an de, otela Madimak a Sêwasê ji aliyê hêzên paşverû ve hat şewitandin û 35 nivîskar, zanyar û ozanên Elewî li vê derê jiyana xwe ji dest dan. Em, kesên jiyana xwe ji dest dan e bi rêzdarî bi bîr tînin. Vê bûyerê, rûyê kujer ê zîhniyeta paşverû, ku nikare xwe li demokrasî, azadî û nêrîna ronî rabigire, careke din raxistiye pêş çavan. Yek ji komkujiyên nayê ji bîr kirin, nayê efû kirin ê dîroka dewleta Tirkiyeyê ye. Her çend ev komkujî ji aliyê hêzên paşverû hatibe kirin jî li pişt wê, zîhniyeta qetlîamker a netewe dewleta TC Heye."
Koordînasyona KJK'ê da zanîn, ev zîhniyeta tekparêz û faşîst a netewe dewletê, li xwezayê vê erdnîgariyê nayê û got, "Ji ber vê yekê, Komara Tirkiyeyê ji destpêka damezrandina xwe û vir ve, ji bo karakterê faşîst û tekparêz ê netewe dewletê li ser civakê ferz bike, serî li komkujiyan daye.
Yek ji bûyerên bi xwîn ên dîroka Tirkiyeyê, ku ti carî nayê ji bîr kirin komkujiya Sêwasê ye. Tevî ku ev komkujî ji laiyê hêzên paşverû yên nikarin xwe li cihêrengiya ronahiyê rabigire hatibe kirin jî, li pişt vê bûyerê zîhniyeta pavşerû ya rêveberên dewletê heye. Zîhniyeta dewletê dijminê ronahiyê ye, ji ber ku mejiyên ronî dikarin rastiya dewletê kifş bikin û civakê ronî bikin. Li dijî cihêrengiyê ye, ji ber ku cihêrengî dewlemendiya civakî ye. Dewlemendiya civakî tê wateya civakên gel ên hev xurt dikin û serîtewandina li civakeke xurt jî zehmet e. Lewma li Sêwasê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û Elewî yanî cihêrengî û dewlemendiya civakî hedef hatin girtin."
'DEWLET DIXWAZE DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNE'
Koordînasyona KJK'ê diyar kir, dewleta TC di roja îro de jî heman zîhniyeta qetlîamker tevdigere û wiha dewam kir: "Yên ku êrîşî gelê berxwedêr ê Kurdistanê dikin, bajaran xera dikin û dişewitînin, xwedî heman zîhniyetê ne. Armanc; şikandina berxwedanê, têkiribina vînê, koçberkirina gel û ji hev xistina ruhê berxwedana hevpar e. Berxwedan dema bi ruhê hevpar bi hevgirtineke civakî were meşandin, dikare bi ser bikeve. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze vê rewşa hevgirtî ya berxwedanê parçe bike. Ji bo gel venegere, taxên şer lê neqewimîn jî xera kir û hewl dide gel ji cih û warên wan bikin. Armanca dewletê, ne tenê xerakirin û şewitandine. Dixwaze demografiyê biguherîne. Bi rêya biyaniyên li van bajaran bi cih bikin re dixwaze hevgirtina civakî parçe bike û rê li ber rewşeke aloz a civakî veke. Kampên li Teroyan tê çêkirin, polîtîkayên komkujiyê yên îro li ser Elewiyan tê ferzkirin, dewama vê yekê ye. Komkujî, sirgûn li ser Elewiyan ferz kir, lê gel bi biryardarî li cih û warên xwe ma. Niha jî bi kampên li vê derê gefê li wan dixwe.
Li aliyê din, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedarên li dijî komkujiyên dewletê derdikevin, ji bo werin bêdengkirin tên girtin. Dixwazin mûxalefeta civakî bêdeng bikin. Pêvajoya em tê de ne, pêvajoyeke ku dewleta TC rûyê xwe yê qetlîamker ê ji karakterê faşîst ê netewe dewletê bi awayekî vekirî nîşan dide ye.
Bi komkujiyan, hêza berxwedanê ya gelan nikare were şikandin. Hêrsa li hemberî faşîzmê zêdetir dibe, berxwedan mezintir dibe. Li hemberî hewldanên şikandina berxwedanê, mezinkirina berxwedanê, berpirsyariya civakî û wijdanî ya hemû beşên civakê ye, ku asîmîlasyon û tinekirin li ser wan hatiye ferzkirin.
Madimak nehatiye ji bîr kirin, Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn, Hezex û Şirnex wê neyê ji bîr kirin. Komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê jî wê neyên ji bîr kirin. Hesabpirsîna ji qetlîamkeran armanca bingehîn a berxwedana me ye. Weke Tevgera Azadiya Jinê, lih embeî zîhniyeta dewleta paşverû û faşîst a hewl dide cihêrengiyan, gelan, jinan bi komkujiyê bêdeng bike, em soz didin ku heta hilanîna tola van komkujiyan em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê em yên jiyana xwe ji dest dan e bi rêzdarî bibîr tînin. Ronahiya wan wê têkoşîna me jî ronî bike. Bersiva li rewşenbîrên hêza pêşeng a civakê ne, avakirina jiyana azad e. Heta ku ji qetlîamkeran hesab bê prisîn û jiyana azad were avakirin, em ê ala têkoşînê her bilind bikin."