KJK: 2019'an em ê bi hêza gelan a berxwedanê bi ser bixin

KJK'ê got 2019 wê bibe sala azadiyê û domand, ''Wê bibe sala azadiyê ya Rêbertiya me, jinan, gelê me. Jiyana azad bi teqezî em ê biafirînin. Bi hêza xwe, bi hêza gelan bi berxwedanê em ê bi ser bikevin.''

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkilî sersalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Sala 2019'an em bi daxwaza rabûna tecrîda li ser Rêbertiya me û bi berxwedana ku bi berxwedana greva birçîbûnê ya ku pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kirî û li zidanan, Ewropa û Kurdistanê belav bûyî, pêşwazî dikin.''

RÊBERRTIYA ME BÛ KANA HERÎ MEZIN A HÊZÊ

KJK'ê got, ''2018 bû saleke ku raman, felsefeya Rêbertiya me herî pir berbelav bûyî, hatî qebûlkirin û pejirandin. Li hemû cîhanê li bara Rêbertiya me hezkirin û dilsoziyek çêbû. Rêbertiya me bi berxwedana xwe ji bo hemû çewisandiyan, jinan û gelan bû kana herî mezin a hêzê.''

MÊTINGER BI KOMPLOYÊN NÛ ÊRÎŞÊ TÎNIN

Bi berdewemî di daxuyaniyê de hate gotin têkoşîna 40 salî ya PKK'ê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, ji bo Kurdan bû bûyineke nû, paradîgmayeke nû di serî de ji bo çareseriya kêşeyên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hate pêşniyarkirin, li dora projeyên Konfederalîzma Dmeokratîk û Neteweya Demokratîk rêxistinî û mînakên ku bibin hêvî geş bûn. Bi domdarî hate gotin ,''Mînak û modêla ku li Rojavayê Kurdistanê geş bûyî û her roj bêhtir dêhn û bala mirovan diçe ser, ji bo gelan û jinan bû projeya çareseriyê. Navendên emperyalîst û mêtinger ku ev rewş qebûl nekirin her roj bi komployên nû êrîşê dibibe ser tevgera azadiyê.''

2018'AN JINAN BERXWEDANIYEKE MEZIN NÎŞAN DAN

Koordîasyona KJK''e bal kişande ser geşbûna têkoşîna gerîlayên jin a 2018'an û got, ''Helwesta azadiyê û berxwedana gerîlayên jin ji bo hemû jinên cîhanê û gel bû hêvî. Jinên Kurd pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê û gelan re kirin. Jinê nKurd pêşengî ji xebatên siyasî, leşkerî, dîplomatîk, civakî re kirin. Bi rêgezar temsîla wekhev a li hemû qadên jiyanê reng û vîna jinê nîşan dan.''

2019 WÊ BIBE SALEKE TIJE TÊKOŞÎN

KJK'ê herî dawî got, ''2019 ji bo jinan wê bibe sala têkoşîn û berxswedana mezin. Em ê ji bo tecrîda li ser Rêbertiya bişke û azad bibe têkoşîna xwe geş bikin.'' û diyar kir, ''Jiyana alternatîf a  azad û nû bi hemû jinan re, bi berxwedanê ava bikin. 2019 wê bibe sala hilweşîna faşîzma Tirk.

2019 wê bibe sala azadiyê ya Rêbertiya me, jinan û gelê me. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ji bo dirûşma Jin, Jiyan, Azadî jiyanî bibe em ê zêdetir têbikoşin. Em ê jiyana azad teqez pêk bînin. Em êbi hêza xwe, bi hêza gelan, bi berxwedanê bi ser bikevin.

Bi vê çarçoweyê em sala nû ya Rêbertiya me, gelê me, hemû jin û gelan pîroz dikin, saleke tije azad hêvî dikin.''