KJB: 8’ê Adarê roja hesabpirsîna komkujiya Parîsê ye
KJB: 8’ê Adarê roja hesabpirsîna komkujiya Parîsê ye
KJB: 8’ê Adarê roja hesabpirsîna komkujiya Parîsê ye
Kordînasyona KJB’ê bi daxuyaniyeke nivîskî xwest ku 8’ê Adara îsal divê wekî roja hesabpirsîna komkujiya Parîsê, hesabpirsîna pêkanînên bênavber a der barê qirkirina jinê de be. KJB’ê di daxuyaniyê de der barê rojê de ev tişt gotin: “8’ê Adarê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja bilindkirina têkoşînê ye. 8'ê Adara 2013’an divê ku starta şoreşa jinên cîhanê were dayîn.”
Kordînasyona Koma Jinên Bilind-KJB’ê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
KJB’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê 8’ê Adarê ku roja berxwedan û bilindkirina têkoşîna azadiyê ye li hemû jinan pîroz dikin û di daxuyaniyê de cih da van nirxandinan: “82ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û dîsa bi berxwedana wan bi wate ûye û gihîştiye wateya xwe ya esasî ji bo hevdîtina jinan ji bo piştevaniyê û ji bo afirandina ruhê yekitiyê roleke girîng û mezin dilîze. Li ser vê esasê 8’ê Adarê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de dîrokeke sembol a berxwedana ji bo azadyê ye. Her çend roja têkoşîn û berxwedan jinê ye ew çend roja piştevanî, yekitî û hevgirtina jinên cîhanê ye jî. Hemû jinên cîhanê îsal divê ku vê piştevaniyê, têkoşîna hevpar û berxwedanê ji her dema dîrokê bêtir îsal lazim e bi berxwedaneke bêhempa vê rojê pêşwazî bikin.”
Di daxuyaniya ku bi bîr dixe ku jinên kurd starta çalakiyên 8’ê Adarê ji 1’ê adarê de dane destpêkirin û di şexşê jinên kurdistanî de têkoşîna hemû jinên cîhanê silav kir. Daxuyaiya KJB’ê bi van nirxandinan berdewam kir: “Em di wê baweriyê de ne ku ewê bi milyonan jin hêza xwe bikin yek, îrade û dengê xwe bikin yek û bi vî awayî dê berxwedana xwe veguherînin gaavên azadiyê.”
SALA 2012’AN VEGERANDIN SALA QIRKIRINA JINAN
KJB’ê di daxuyaniya xwe de balkişande ser qirkirina jinan û diyarkirin ku, qirkirina jinan bê navber didome. Di daxuyaniya ku tê de hate gotin, sala borî qirkirinek mezin ya jinan çêbû. Hate aşkera kirin ku, şerê hegemonya ya li Rojhilata Navîn vegeriyaye şerekî qirkirina jinan.
Hate gotin ku, “Bi sedhezaran jin hatin kuştin, îşkence dîtin, rastî tecawizê hatin, hatin firotin, berdan nav destê feqîrî û birçîtiyê. Desthilatdariya zilam ya zayendparêzî ku polîtîkayên şer dihilberîne û kûr dike, her roj li her çar aliyê cîhanê di bin navê namûs û eşqê de bi hezaran jinan dikujin. Bi milyonan jin bi fihûş, madeyên hişber, xizmet, reklam û sektorên nêr yên çapemeniyê têne dagirkirin û xerc kirin. Beden, zîhn û rihê wê tê dagirkirin û tê tunekirin.” KJB’ê destnîşan kir ku, di dema hikumeta AKP’ê de di encama polîtîkayên qirkirina jinê de ji sedan hezar tundiya li hemberî jinê zêde bûye.
KJB’ê bibîrxist ku, çalakiyên îsal yên 8’ê Adarê diyarî 3 jinên siyasetmedar yên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin kirine.
KJB’ê di daxuyaniya xwe de bilêv kir ku, “Komkujiya Parîsê îtîrafeke li hember jina azad ku xwe bi awayekî herî wehşî û nemerdaneye.” KJB’ê bang kir ku 8’ê Adara 2013’an bibe roja hesab pirsîna vê komkujiyê û bilind kirina tekoşînê.
‘Jİ BO AZADİYA RÊBER APO 8’Ê ADARÊ ROJA BERXWEDANÊ YE’
KJB’ê da zanîn ku dê jinên kurd û cihanê di serî de komkujiya ku li hemberî sê jinên kurd hatî kirin lanel û şermezar bikin û wiha pêde çû: “Jin dê li hemberî vê komkujiya hovane di roja 8’ê Adarê de têkoşîna azadiyê bilind bikin û hewlesta xwe danin holê.” KJB’ê xwest ku jin di 8’ê Adarê de dengê xwe yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û wiha got: “Bi vê boneyê divê jin berxwedan xwe xurt bike. Em di wê baweriyê de ne ku jin ji bo azadiya Rêber Apo, deng, raman, dil û çalakiyên xwe bikin yek û bi vîneke mezin ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezin bide.
KJB’ê bal kişand ser pêşketinên rojavayê Kurdistanê û wiha domand: “Dengê şoreşa jinên cîhanê li Kurdistanê bilind be. Kurdistana Rojava mînaka vê ya şênbere. Şoreşa Rojava, di însiyatîfan jinan de pêş ket û ev pêvajoya şoreşê bi tevlibûn û pêşengitiya jinan dê pêş de biçe.”
Koordînasyonê KJB’ê herî dawî wiha got: “Em hêvî dikin ku jin hemû hêz û vîna xwe bikin yek, têkoşîna xwe ya hevpar a azadî û demokrasiyê bi ji bo jiyaneke nû mezin tir bikin. Divê 8’ê Adara sala 2013’an ji bo jinên Kurdistan û cîhanê bibe wesileya têkoşîn û rêxistinek hevpar û di têkoşîna azadiya jinê de bibe xwedî roleke mezin. Ji bo vê em bang li tevahiya jinan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin.”