KJAR: Xwedîderketina li Ferînaz xwedîderketina li rûmeta xwe ye

KJAR êrîş û destdirêjiya li hember jina ciwan Ferînaz Xosrowanî ya li Îranê şermezar û got: “Divê di serî de jinên Kurd, jinên Îranî û tevahî gelê me li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin. Xwedîderketina li Ferînaz xwedîderketina li rûmeta xwe ye.”

KJAR êrîş û destdirêjiya li hember jina ciwan Ferînaz Xosrowanî ya li Îranê şermezar û got: “Divê di serî de jinên Kurd, jinên Îranî û tevahî gelê me li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin. Xwedîderketina li Ferînaz Xosrowanî xwedîderketina li rûmeta xwe ye.”

Koordînasyona Komeleya Jinên Azad ê Rojhilat (KJAR) bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwedî li jina Ciwan Ferînaz Xosrowanî ya rastî êrîş û destdirêjiya karmendekê Îtlaatê hat, nehişt destdirêjî lê were kirin, xwe ji qata çaran avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî derkevin.  

Koordînasyona KJAR got: “Di civakê de û bi taybet jî di civakên Rojhilata Navîn de şîdeteke sîstematîk li ser jinan serê xwe girtiye û diçe.  Tundûtûjî êdî bûye çandek û parçeyeke asayî ya jiyana jinan. Balkêşe ku her lêgerînên azadiyê yên jinan pêş dikevin, jin xwe di her qadekê de bi rêxistin dikin, zanista wan a xweparastinê û parastina rûmeta xwe pêş dikeve, zêdetir rastî êrîşên hovane tên. Destdirêjî, tund û tujî û her cûre êriş nîşaneya harbûna pergala desthilatdar a mêre û ev çandekî îfade dike.

Her êrîşa li hemberî jinan hêza xwe ji paşverûtiya civakî, cinsiyetparêzî û qanûnên dij jinan digire. Li pişt her êrîşê bêqanûniyên dewletê û paşverûtiya civakî veşartiye. Êrîş, tund û tujî, destdirêjî çandek û zîhniyeteke. Ji lewma nabe ku ev êrîşane tenê weke karê yek zilamî û komekê were destgirtin. Gelek caran tê gotin pirsgirêkên van yên psîkolojîk hene yan jî meyla wan a şîdetê heye. Lê, ti carî nayê pirsîn ka ev hovîtiya mêr a her diçe tundtir dibe jêdera xwe ji çi digire, pişta xwe dide kuderê û çawa dikarin ev çende rehet û hêsan êrîşê jinan bikin?

‘ÎRANÊ LI HER DERÎ BESÎCÊN XWE BI CIH KIRIYE’

Rejîma îslamî ya Îranê yek ji wan dewletane ku li hember jinê şîdeteke piralî, sîstematîk û hovane birêve dibe. Dewleta Îran di şîdet û dijminiya xwe ya li hember jinê de tiştek ji leza xwe wenda nake.  Îran ku li herderê Besîcên xwe bicihkiriye û nahêle çûk bifire dema dor tê şîdeta li ser jinê çavê xwe jêre digire û ji nedîtîve tê.

Li Îranê hîna duh asît avêtin ser rûyê jinan, piştre jin hatin kêr kirin, jin di nava malê de ji aliyê malbata xwe ve hatin qetilkirin, xwendekara Kurd Şeyda Hatemî hate qetilkirin, Reyhane Cebarî ku hate darvekirin, tenê ji hinek bûyerên ku derketine çapemeniyê û ji aliyê raya giştî ve tên zanînin. Jin her kêlî di bin metirsiya destdirêjî û êrîşa mêr de jiyan dikin. Li Îranê ti ewlehiyek jinê ya jiyanê nîne. Jixwe li Îranê hiqûq nîne û hiqûqa heyî jî, li ser esasê berjewendiyên dewleta mêrsalare û dijberê jin e.

‘BÛYERÊN BI VÎ RENGÎ KARÊ DEWLETÊ YE’

Weke KJAR êrîş û destdirêjiya li hember jina ciwan Ferînaz Xosrowanî şermezar û lanet dikin û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin. Ferînaz ji bo nehişt destdirêjî lê were kirin, xwe ji qata çaran avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî. Kesê ku xwest destdirêjî li Ferînaz bike karmendekê îtlaatê bû. Balkêşe ku hemû tecawizkar û êrîşkar karmendên dewletê bixwene. Yê êrîşê Reyhane Cebarî kiribû jî kesekî endamê îtlaatê yê kevin bû. Ev jî asta zêhniyeta tecawizkar û hovane ya dewleta Îranê nîşan dide. Ev bûyerane bûyerên wer ji rêzê nîne, rasterast karê dewletê ye.

Divê malbat li pey vê bûyerê bikeve û di mijara zelalkirina buyerê û cezakirina êrîşkar de roleke çalak bilîzin û gelê me û bi taybet jî gelê Kurd û jinên Kurd divê piştevaniya malbatê bikin û heya êrişkar neyê cezakirin dest ji têkoşîna xwe bernedin.

‘DEWLET TECAWIZKARAN DIPARÊZE’

 Jin dema rastê destdirêjî û êrîşê tên hewl didin xwe biparêzin, lê dema dibînin ku ti çareyek nîne xwe biparêzin jî, çareyê di xwe kuştinê de dibînin. Ev jî jêdera xwe ji wê digire ku gelek jinên weke Reyhane Cebarî dema xwestin xwe biparêzin û ji lewma mafê xwe yê parastina rewa bikaranîn, bi cezayê îdamê hatin mehkûmkirin û qetilkirin. Yanî dewlet ji wan re dibêje dema mêr êrîşê we bike û destdirêjî jî li we bike divê hûn xwe neparêzin yan wê dawiya we weke ya Reyhane Cebarî be. Yanî bi ti awayî maf ji jinê re nasnake ku jin xwe biparêze. Ji lewma kujerê Ferînaz Xosrowanî ne tenê ew êrîşkarê karmendê Hotela Taraye, kujer û tecawizkarê esas dewleta Îran ya dijminê jinê ye. Ev êrîşkar û tecawizkarane tev berhemên zêhniyeta pavşerû ya dewleta Îranê ye.

‘DIVÊ JINÊN KURD WEK BÛYERA FERXUNDE XWEDÎ LI FERÎNAZ JÎ DERBIKEVİN’

Divê di serî de jinên Kurd, jinên Îranî û tevahî gelê me li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin. Xwedî derketina li Ferînaz Xosrowanî xwedî derketina li rûmeta xwe ye û dawî anîn li çanda tecawizê ye. Eger em weke civak û weke jin naxwazin di nava bêrumetiyê de jiyan bikin û xwedî wijdanin divê bê helwest nemînin û li dijî van polîtîkayên tecawizkar serî rakin. Divê jin bizanin ku ev ne tenê êrîşa zilameke êrîşeke sîstematîk a dewletê ye. Heya ku li dijî vê zêhniyetê tekoşîn neyê kirin, xwe rêxistin û zana nekin, hêza xwe ya parastinê ya kolektîv pêşnexin jiyana wan tev di xeteriyê de ye û her roj dor tê jineke din. Çawa ku jin li Efxanîstanê xwedî li Ferxunde derketin û dengê nerazîbûnên xwe bilind kirin, divê dibin pêşengiya jinên Kurd de jî ev helwest pêşbikeve.

Her ferdeke civakê jin-zilam tev eger nexwazin bi çanda tecawizê re jiyan bikin divê ji van êrîşan re bêjin ‘Êdî Bes e’.  Ji bo tecawizkar bên cezakirin û bibe îbret divê her cûre tekoşîn were dayîn.

‘EM Ê DAWÎ LI ÇANDA TECAWIZÊ BÎNIN’

KJAR di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên medenî, rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên parastina mafê jinan dike ku tekoşîneke hevpar li dijî vê hovîtiyê bidin û weke jin hêza xwe li hember dewleta Îranê û desthilatiya mêr bikin yek û daxuyanî wiha bidawî dibe: “Careke din di şexsê Ferînaz Xosrowanî ku tekoşîna parastina rûmeta xwe da û di vê oxirê de dawî li jiyana xwe anî tevahî jinên li rastê her cûre êrîşên mêr û dewletê tên bibîr tînin û dibêjin bila çavê we li paş nemîne. Em ê weke KJAR û HPJ dawî li vê çanda tecawizê bînin.”