KJA'yê nerazîbûn nîşanî Erdoganê ku jin hedef girt, da
KJA’yê bertek nîşanî Erdoganê ku ji jinên pişta xwe dabûnê û protesto kiribûn re, gotibû ‘bêexlaq’, da.
KJA’yê bertek nîşanî Erdoganê ku ji jinên pişta xwe dabûnê û protesto kiribûn re, gotibû ‘bêexlaq’, da.
Kongreya Jinên Azad (KJA) daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî gotinên Erdogan ên têkildarî jinên ku li Îdirê pişta xwe dabûnê û protesto kiribû, dan.
Jinên HDP’ê, li Îdirê pişta xwe dan Erdogan ku di bi navê vekirina komî de çibû Îdirê û protesto kiribûn. Erdogan jî ji bo jinên çalakger sûcdariya ‘bêexlaq’ kiribû û îfadeyên wekê ‘Diyare tê çi wateyê lê, edeba me destûrê nade.’
JI SER HDP’Ê ÊRÎŞÊ JINAN DIKIN
KJA’ê têkildarî gotinên Erdogan de wiha got: “Zîhniyeta serdest a mêr êrîşên xwe yên li dijî jinan bê navber didomîne. Desthilatdarî jinan tevlî her cureyên lîstikên xwe yên qirêj dike û dîsa li ser bedena jinê siyasetê dimeşîne. Serokkomar ji jinan re dibêje ‘bêexlaq’ û vê jî careke din rûyê qirêj ên siyaseta serdest a mêr nîşan daye. Polîtîkayên nemerd ên ku modernîteya kapîtalîst li ser bedena jinê dimeşîne, ketine ser zimanê desthilatdariyê û ji ser HDP’ê ya ku partiyeke jinê ye, êrîşî hemû jinan dikin. Bi van polîtîkayên êrîşkar di rastiyê de careke din derketiye holê ku hêza me jinên rêxistinkirî çawa desthilatdariyê ditirsîne. Dethilatdarî ji ber vê yekê jinê hedef digire. Ji ber dizanin ku wê zîhniyeta koledar a 5 hezar salî û azadiya civakê wê jin ava bikin. Jin wê teqez destûrê nede siyaseta li ser bedena jinê tê meşandin.
Azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe. Ji ber vê HDP’ê wek tehdîdek cidî dibînin. Di 7’ê Hezîranê de wê hîmên demokrasiyeke nû û jiyanek nû bê avêtin. Jin wê bendavan têk bibin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew careke din vê helwesta êrîşkar a serokkomar şermezar dikin û hat gotin ku divê bertekên li hemberî vê bên nîşandan û xwedî li HDP’ê bê derketin.