KJA’yê li hember hevpeyvîna BîrGunê nerazîbûn nîşan da
KJA’yê li hember hevpeyvîna Mîne Kirikkanat a di BîrGunê de nerazîbûn nîşan da.
KJA’yê li hember hevpeyvîna Mîne Kirikkanat a di BîrGunê de nerazîbûn nîşan da.
Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî hevpeyvîna Mîne Kirikkanat a di rojnameya BîrGunê de ku duh hat weşandin û heqaret li nirxên Kurdan dikir, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KJA’yê wiha destpêkir: “Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd ne tenê li ser vê erdnîgariyê, li cîhanê jî bi awayekî bêhempa bi ezmûnên ji têkoşîna ve Îdeolojiyek Rizgariya Jinê derxistiye holê û ji bo vê jî ti carî ji berdêldayinê paşde nemaye.” KJA’yê wiha dewam kir:
‘ŞÊNBERIYA SERÎRAKIRINA LI HEMBER BINDESTIYÊ’
“Nasnameya jinê ya ku vê ezbûna têkoşînê mezin kiriye, cara yekem e di dîrokê de dibe xwedî ewqas hêz, ji mîrateya têkoşînên jinê yên li ber windabûnê re jî bû îfadeya rojane û ji ber vê jî wek pêkhateyek ji rêzê behsa Tevgera Jina Kurd kirin, wê bibe nêrînek çewtî. Jina Kurd di pêşengiya Sakîna û bermahiyên wê de destkeftiyên tevgerên jin ên cihanê dewir girtiye, di têkoşîna netew-zayend de di vê serdema kapîtalîst-modernîst de ji bêhêvitiyê re bûye hêvî, ji teslîmbûnê re bûye berxwedan, ji bindestiyê re bûye îfadeya şênber a serîrakirinê.
Ji bo rewşên sosyo-ekonomîk, konjokturel ên ezmûnên têkoşîna jinê baş bên tehlîlkirin, ji bo analîzên daneyên objektîf, zanebûne xurt a cinsî û ezmûna wê ango divê nasnameyek bi berdêlan hatiye bidestxistin û bi vê wateyê dibîne hebe. Li ser vî esasî, ne girîng e bê ka di kû derê têkoşînê de cih digire; di navenda an qerexê de be, lê kes an jî kesên ku hewl dide fêm bikin, lêkolîn bikin û li ser diponijin, pêwîst e lêpirsîna wijdanî bike ku bê ka wê çawa van jinan bi dest bigirin û bi awayekî terwende nêz bibin.
‘JINÊN KURD XWEDÎ ÎDEOLOJIYEK XURT IN’
Ev kevneşopiya berxwedanê, lêgerîna heqîqetê û bi berxwedana lehengî ya bi hezaran şoreşgerên jin ve di her qadê jiyanê de şoreş pêk hatine. Wek tê îdîakirin, eger tehakumperest, cinsiyetparêz û olperest ên xwe dispêrin bêîradekirina hinan bûna, wek di ezmûnên cihanê de jî tê dîtin, di têkoşîna radîkal a nasnameyê de wê nikaribû bigihişta asta îro. Û dîsa vê Têkoşîna Jina Kurd a xwe bispêre vê ferasetê wê li nêrîn, fikir û çalakiyên ji derveyî yê xwe bêtehamul, heta bêrehm bibûna. Lê, di roja me de em gelekî dûrî vê nîqaşê ne, ji ber ku ev tevger bi nasnameyên xwe yên cuda, berfirehtiya xwe, çanda xwe ya nîqaşê û hê bi gelek fikir û çalakiyên xwe yên nû ve hebûna xwe heta roja me aniye û bi nasnameyên pirreng ve jî di asta modeltiyê de ye.
Tevgera Jina Kurd, xwedî îdeolojiyek ewqas xurt e ku nikare bibe mijara îdeolojiyên derew, pevxistin ên dij şoreşê û mejiyê kapîtalîzmê yê karê. Her kesên ku ji xwe re dibêjin ez demokrat, şoreşger im, hela ku ev kes jinek be, divê baş bizanibe ku ev hêza wateyê ya ku di her parçeyê me de cih girtiye, sedema hebûna me ye, wê parçe nebe. Eger mijarek ku rewşenbîrek digire dest, realiteyek hatibe jiyîn be, divê xwedî çavdêrî, şîrove û analîzên ku xwe bi awayekî etîk dispêre bingehên îlmî be, aliyên têkîldar jî bi awayekî nîjadperest-cînsiyetparêz negire dest. Di vê çarçoveyê de her nivîskar, rewşenbîr, her nivîs jî nirxê huner û wêjeyê îfade nake. Ji bo karibe xwedî vê nirxê be jî divê nirxê wê yê etîk û wijdanî hebe ango objektîf be.
Eger hewla fêmkirin û romankirina Tevgera Jina Kurd hebe, divê Îdeolojiya Rizgariya Jinê baş bê xwendin, lewre di pevxistinê de aliyên wê yên rast baş bên bidestgirtin, dîsa û herî girîng jî karakterên bûne malê dîrokê jî rast bên dayîn.”
Daxuyaniya KJA’yê wiha dom kir:
“Di vê kevneşopiya berxwedanê ya hin ji nedîtî ve tên û hewl didin bêqîmet bikin de tiştê ku divê em bi bîr bixin, em jinên Kurd ên mîrateyên Sakîne, em şahidên zindî yên vê dîrokê ne û em bi şerê famkirina Sakîne ve bermahiyên ku hewl didin vê kêmekî jî di jiyana xwe de pêk bînin. Em li her derê ne. Em wateyê didin her bostek rûyê berxwedanan jiyanê, li pey heqîqeta xwe şerê avakirina nirxên xwe yên hê kûrtir didin. Em di paşeroj, îro û pêşerojê; em li vir in…”
‘ME JÊ HEZNEKIR!’
KJA di dawiya daxuyaniya xwe de ev gotin:
“Bi hêza îradî û reda me ku vê têkoşînê daye me, em di pejirandinên xwe de bêdudilî û zelal in. Ji ber vê jî em wek KJA dixwazin diyar bikin ku ev derewên alîgir,pevxistî bi rastiyê re ne têkîldar in, berxwedêrên pêşeng ên jin ên vê têkoşîn afirandine û îradeya me ya Jinên Kurd nade der û em destnîşan dikin ku hewldanên di vî alî de jî wê encamên bendawariyê jê dikin bi xwe re neyne. Me wek jin, ne ji pevxistinê, ne ji bibîrxistina erk a bi gotina ‘bê hezkirin’, hez nekir.”