KJA'yê bang li jinan kir: Em li her derê li ber xwe bidin
KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli da û bang li jinan kir, ku li her cihî li ber xwe bidin.
KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli da û bang li jinan kir, ku li her cihî li ber xwe bidin.
Kongreya Jinên Azad (KJA), li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Amed paytexta ruhê 'sefer li Kurdistanê dibe, lê serketin ti carî nabe' ye. Her hesabeke siyasî ya vê rastiyê nebîne, neçar e têk biçe. Yên rastiya Kurdan qebûl nakin; hûn ê têk biçin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her şêwe êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd, êrîşa li dijî azadya jinê ye û hat gotin, "Jinên Kurd bi dayîna bi hezaran şehîdan, bi berxwedana li dijî îşkenceyê û bi têkoşîneke dijwar azad bûne. Şoreşa civakî, şoerşa çandê, sîstema hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û şaristaniya jinê, di encama vê berxwedana jinê de derketine holê. Yên ku hesabê têkbirina jinên bi dayîna berdêlan azad bûne dikin, wê têk biçin.
Em jin xwedî wê hêzê ne, ku dîroka xwe ya tekoşînê careke din û hezar carên din nîşan bidin."
'ÊRÎŞ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE'
KJA'yê ev bang li jinan kir: "Her êrîşa li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Jinê, êrîşa ji bo mêtîngerî û kolekirina jinê ye. Lewma divê em bi vê têgihiştinê li her cihî bi çalakiyên demokratîk li ber xwe bidin. Heta ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli werin berdan, em vê têkoşîna xwe mezin bikin."