KJA: Rojava modêleke ku dikare were jiyîn da gelan

KJA: Şoreşa Rojava ji hêla roja me û siberoja me ve ne tenê hêviya jinên herêmê û dinyayê ye, lê her wiha modêleke wiha berbiçav e, dikare were pêkanîn, jiyîn û bipêşxistin.

Kongreya Jinên Azad ( KJA) bi minasebeta 4’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Şoreşa Rojava ku bi tecrûbe, berhevkarî û keda 40 salî ya têkoşîna azadiya Kurdistanê rajor bûyî, li dijî îdeojiya netew-dewletê ya ku bit eşeyê faşîzm û dîktatoriyê pêk hatî, dibe îfadeya berbiçav a perspektîfa neteweya demokratîk.’’ Di daxuyaniyê de rê ji van gotinan re hate dayin:

 ‘ROJAVA MODÊLA TÊKOŞÎN, BERXWEDAN Û RÊXISTINBÛYINÊ YE’

‘’Şoreşa Rojava ji bo gelen ku di navbera faşîzm û dîktayê de hatine mehkûmkirin cara pêşî ye bi pêşniyarkirina rêya 3. derbirîna çareseriya xwe ye. Di rastiya Rojhilata Navîn de ku bi qasî ku malbata baviksalarî, siyaset û desthilatdariya dînî jinê bikaribin  bikin kole ewqasî jî civakê dikarin bikin kole, sedema serkeftina şoreşa siyasî ew e ku rêgaza, ‘’heya ku jin azad nebe civak nikare azad bibe’’ şoreşa sosyal ji xwe re dike esas. Sedema ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye ew e ku nêzîkatiya bi rêgaza azadiya jinê ya di hemû qadên siyasî, kulturî, ekonomîk û sosyal de û bi awayekî bi debebe bi sîstema xweparastinê parastina wê ye. Bi vê wateyê Şoreşa Rojava ji hêla roja me û siberoja me ve ne tenê hêviya jinên herêmê û dinyayê ye, lê her wiha modêleke wiha berbiçav e, dikare were pêkanîn, jiyîn û bipêşxistin. Di dinyayeke wiha de ku paşverûtiya serdestiya zilêm ya Rojhilata Navîn bi awayekî ku berê nehatiye dîtin faşîzmê di şexsê DAÎŞ’ê de tê rêxistinkirin, ne tenê ji bo jinan ji bo hemû mirovahiyê rêbaza têkoşînê, giyanê berxwedanê û yê rêxistinbûyinê ye.”

KJA, di dawiya daxuyaniya xwe de got, ‘’Dinya bi qelbê xwe slavê dide Şoreşa Rojava û em pîroz dikin vê hêz û ruhê berxwedanê ku dide hemû jinên dinyayê û mirovahiyê.’’