KJA li Tûşba konferansa jinê lidar xist

Li Wanê, pêkhateyên KJA'yê di çarçoveya xebatên xwe yên meclîsbûyînê de konferansa xwe ya yekemîn a jinê li buroya hilbijatrinê ya HDP'ê ya lit axa Abdûrrahmangazî ya Tûşbayê lidar xist.

Li Wanê, pêkhateyên KJA'yê di çarçoveya xebatên xwe yên meclîsbûyînê de konferansa xwe ya yekemîn a jinê li buroya hilbijatrinê ya HDP'ê ya lit axa Abdûrrahmangazî ya Tûşbayê lidar xist.

Di konferansa ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna aştî û demokrasiyê destpê kir de namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Zozan Yelîz Yildirim, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek jin amade bûn. Ji ber salvegera ji destdayîna jiyana hunermenda Kurd Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) li konferansê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre perspektîfa navenda giştî ya ji bo konferansê şandibû, hat xwendin.

'SERKETINA 7'Ê HEZÎRANÊ WÊ BI HÊZA JINÊ PÊK WERE'

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Zozan Yelîz Yildirim di axaftina xwe ya li konferansê de ragihand ku bêyî jinê ti serketin bi dest nakeve û destnîşan kir ku hêza herî mezin a hemû serketinên têkoşîna azadiyê jin e. Yildirim got, "Bêyî jinê jiyan nabe û bêyî jinê ti serketin jî bi dest nakeve. Hêza herî mezin a serketinê ya têkoşîna me ya azadiyê jin e. Hêza ku di 7'ê Hezîranê de serketinê misoger bike jî jin e. Kî dibe bila bibe cihê ku nasnameya jinê lê were temsîlkirin HDP ye. Ji bo zanabûn û rêxistinbûyîna jinê divê em biçin ber her derî."

Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, reveberî û koordînasyona navçeyê hat hilbijartin. Konferans bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

...