KJA: Jin wê ji mafên xwe bêpar bimîne
KJA nerazîbûn nîşanî biryara DDB a li ser mehra olî da û diyar kir ku ev biryar ji bo pêşîvekirina li bûkên zarok û bêpar hiştina jinê ji hemû mafên aborî û hiqûqî, hatiye girtin.
KJA nerazîbûn nîşanî biryara DDB a li ser mehra olî da û diyar kir ku ev biryar ji bo pêşîvekirina li bûkên zarok û bêpar hiştina jinê ji hemû mafên aborî û hiqûqî, hatiye girtin.
KJA nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) a li ser mehra olî da û diyar kir ku ev biryar ji bo pêşîvekirina li bûkên zarok û bêpar hiştina jinê ji hemû mafên aborî û hiqûqî, hatiye girtin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser mehra olî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a rakirina bendên 5. û 6. ên xaal 230. a Qanûna Ceza ya Tirk, ku cezakirina kesên beriya mehra fermî mehra olî pêk tîne rakir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku her roj bûyereke nû ya mafên jinan tine tê hesibandin rû dide û hat destnîşan kir ku dewlet her roj bi şêweyeke cuda hewl dide jinê ji nava civakê derxîne.
KJA'yê got, "Kuştina jinan, şîdet, destavêtin û destdirêjiya li jinan, mîna sîlekeye dijwar a polîtîkayên tinekirina jinê ya mejiyê zilam, li rûyê me dikeve" û hat destnîşankirin, ku ev biryar ji bo pêşîvekirina li bûkên zarok û bêpar hiştina jinê ji hemû mafên aborî û hiqûqî, hatiye girtin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Mehra olî wê bide sedem ku jin li ser zarokê xwe nebe ti mafî û jin wê li pêşberî dadgerî û hiqûqê tine bê dîtin. Ev yek gaveke şênber a dewletê ye ku li zîhniyetê mêr ê heyî rewa dike."
KJA'yê banga xurtkirina rêxistinbûyînên xweser ên jinê û avakirina jiyaneke azad û wekhev kir.