KJA: Jin wê êrîşên faşîst û zayendîparêz pûç bikin

KJA'yê êrîşên faşîst û zayendîparêz ên hikûmeta AKP'ê li hemberî vîna jinê û civakê dike, şermezar kir û got, "Jin wê bi xwedîderketina li vîna xwe û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re, van êrîşan pûç bikin."

KJA'yê êrîşên faşîst û zayendîparêz ên hikûmeta AKP'ê li hemberî vîna jinê û civakê dike, şermezar kir û got, "Jin wê bi xwedîderketina li vîna xwe û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re, van êrîşan pûç bikin."

Kongreya Jinên Azad (KJA) da xuyakirin ku şoreşa jinê ya Rojava li cîhanê û Rojhilata Navîn bûye hêvî ji jinan re û ragihand ku di demeke bi vî rengî de bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re li Tirkiyeyê ji bo gelan û jinan zemîneke jiyana azad û demokratîk derket holê. KJA'yê ragihand, ku hikûmeta AKP'ê ya dixwest bibe desthilatdara bi tena serê xwe, di nava civakê de rê li ber kaosê vekir, her kesên alîgirê azadî û jiyaneke demokratîk hedef girt, kir binçavan, girt û polîtîkaya tinekirinê meşand.

'LI HEMBERÎ PÊKANÎNÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BERXWEDANA GEL DEWAM DIKE'

Di daxuyaniya KJA'yê de hat gotin, "Daxwaza rêvebirina xwe bi xwe ya gelan, ku mafekî demokratîk û rewa ye, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi tank, top û hemû hêza leşkerî bi komkujiyan re hedef hatiye girtin. Di serî de li Nisêbîn, Farqîn, Cizîr, Sûr û Colemêrgê û gelek bajarên Kurdistanê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran hatin binçavkirin û girtin. Di asta Wezaretiya Karên Hundir de ji bo sê taxên Farqînê daxuyaniya 'em ê ji nexşeyê rakin' hat kirin û banga komkujiyê bi vî rengî hat kirin.

Li Farqînê, bi qedexeya derketina derve re ku 6 caran hat ragihandin û ya herî dawî ev 11 roj in dewam dike, hemû pêkanînên li dijî hiqûq mirovahiyê xistin dewrê. Di vê pêvajoyê de 7 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, li ser gel ambargo û koçberî hat ferzkirin. Lê belê li hemberî van hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê, berxwedana gel hînê dewam dike. Jinên ku pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin ji aliyê hêzên AKP'ê ve bi taybetî hedef hatine girtin."

'BI GOTINÊN ZAYENDÎPARÊZ RE DIXWAZIN BERXWEDANA JINÊ BÊQÎMET BIKIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîsên hikûmeta AKP'ê herî dawî bi armanca kuştinê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Parlamenterên HDP'ê Besîme Konca, Çaglar Demîrel û Huda Kaya hedef girtin û hat gotin, "Her wiha, taxa ku Hevsberdevka KJA Ayla Akat Ata, gelek hilbijartî û bi dehan jin lê ne, rastî bomberdûmanê tên. Tevî ku ji rayedaran re hatiye ragihandin li wê derê jin û hilbijartî hene, bomberdûman dewam dike. Li aliyekî jin bi komkujiyê re rû bi rû ye, li aliyê din medya navendê ya Tirk bi gotinên xwe yên zayendîparêz re dixwaze berxwedana jinê bêqîmet bikin."

Di dawiya daxuyaniya KJA de hat gotin, "Weke KJA em van êrîşên faşîst û zayendîparêz ên  vîna jinê civakê hedef digirin şermezar dikin. Jin wê bi xwedîderketina li vîna xwe û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re, van êrîşan pûç bikin."