KJA: Îran ji jiyana li ser esasê jinê ditirse û êrîş dike

KJA, têkildarî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrowanî ya ku li bajarê Rojhilatê Kurdistan, Mahabadê ku di otelekê de dixebitî û ji bo ku xwe ji tecawiza endamên ÎtlaatêRêxistina Îstîxbarata Îranê, rizgar bike, întîxar kir, daxuyaniyek da.

Kongreya Jinen Azad (KJA), têkildarî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrowanî ya li bajarê Rojhilatê Kurdistan, Mahabadê ku di otelekê de dixebitî û ji bo ku xwe ji tecawiza endamên Îtlaatê Rêxistina Îstîxbarata Îranê, rizgar bike, întîxar kir, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di civakan de û bi taybet jî di civakên erdnîgariya Rojhilata Navîn de şîdeta li ser jinê, qirkirin û polîtîkayên tinekirina jinê roj bi roj zêde dibin û hat destnîşankirin ku zîhniyeta mêr a desthilatdar a dixwaze xwe li ser jinê heyî bike, her diçe çavsor dibe. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tacîz, tecawiza ku roj bi roj zêdetir dibe, bi rejîma Îranê re careke din xwe bi awayekî herî hov nîşan daye.  Polîtîkayên nemerd yên dewleta Îranê li ser bedena jinan dimeşîne, didomin.  Her roj jinan recm dikin, darve dikin û hêrs û tirsa ku ji afirandina jiyanek li ser esasê jinê vedireşe.”

DIXWAZIN BI TECAWÎZÊ TESLÎM BIGIRIN

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Jina ciwan a Kurd a 26 salî Ferînaz Xosrawanî wek berxwedana li dijî hewldana tecawiza endamên îstîxbarata Îranê, xwe ji qata 4’an a Hotel Tara avêtiye. Ev bûyer ne ji aliyê komeke mêr ve, encama polîtîkaya mêr a dewleta Îranê ye. Hişê dewletê, hişê mêr e, ji ber vê jî ti taciz, tecawiz û hilweşîn ji dewletê ne serbixwetir e. Ji ber vê jî  bûyera pêk hatiye rewşa şênber a polîtîkya tinekirinê ya dewletê ye.

Rejîma Îranê yek ji dewletên ku van polîtîkayên paşverû li ser jinan pêk tîne ye. Rejîma Îranê jinan ji mafê parastina xwe bêpar dihêle. Jinên ku parastina xwe ya cewherî dikin, darve dike, kevir dikin û di civakê de teşîr dikin. De meke berê Reyhane Cebarî ya ku xwest parastina xwe ya cewherî bike, darve kir û çavê jinan tirsand û xwest nîşan bidin ku ger parastina cewherî bê kirin, ev li jinan tê kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hemû jin li dijî zîhniyeta mêr, di şexsê Ferînaz Xosrawanî de xwedî li rastiya jina berxwedêr derkevin û têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û got: “Divê bê zanîn ku, zîhniyet dewletê ji rewşa şênber a zîhniyeta mêr a derewkar û zalim wêdertir, tiştekî din nîne. Di serî de jinên Rojhilatê Kurdistanê û hemû jinên Kurd divê xwedî li Ferînaz Xosrawanî derkevin.”

JI BI ÇALAKIYÊ PROTESTOYÎ BANG

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew wek jinên KJA’yê li dijî her cureyê feraseta ku berê xwe didin bedena jinê di berxwedanê ne û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê bûyera dij mirovane beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.”