KJA: Hûn nikarin jiyan û vîna me teslîm bigirin
Jinên endamê Kongreya Jinên Azad a Stenbolê, bi dirûşma “Dest nede vîna min” li Galatasarayê daxuyanî da.
Jinên endamê Kongreya Jinên Azad a Stenbolê, bi dirûşma “Dest nede vîna min” li Galatasarayê daxuyanî da.
Jinên endamê Kongreya Jinên Azad a Stenbolê, bi dirûşma “Dest nede vîna min” li Galatasarayê daxuyanî da.
Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo şermezarkirina hewldana derbeyê ya dixwaze destnedayînên parlamenterên HDP'ê rake, li ber Lîseya Falatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de pankarta "Li dijî êrîşên bêîradekirin û teslîm girtinê em bi hev re bi hêz in" vekirin û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" "Dest Nede Îradeya Min û Wekîlê Min" berz kirin.
Endama KJA'yê Yagmur Kaya diyar kir ku dorpêça li bajarên Kurdistanê û daxwaza rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ji hev qutkirî nîne. Kaya bi lêv kir ku divê pêvajoya muzakereyê ji nû ve destpê bike û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. Kaya anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin û îradeya wan nikare bê teslîmgirtin.
LI UMRANIYEYÊ ÇALAKIYA DEST NEDE VÎNA MIN
Li aliyê din rêxistina HDP'ê ya Umraniyeyê û Meclîsa HDK'ê ya Umraniyeyê jî bi slogana "Dest nede vîna min" li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Ji darbeya Qesrê û şerê we yê qirêj re na" hate vekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê mafê xwe yên birêvebirinê, azadî, aştî û wekheviyê biparêzin.