KJA'yê rapora li ser kampanya 1'ê Nîsanê-10'ê Gulanê ya li hemberî şîdeta li dijî jinê aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser asta komkujiya jinê hat destnîşankirin ku sedema van komkujiyan bîrdoziya sîstema bi serdestiya mêr e.
Rapora Kongreya Jinên Azad (KJA) ya kampanya li Wanê di navbera 1'ê Nîsanê-10'ê Gulanê de hat meşandin, li Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojîn hat aşkerakirin. Di civîna çapemeniyê ya li vir de ku endamên koordînasyona kampanyayê lê amade bûn, tespîtên li ser sedemên dawîanîna li jiyana jinê, hatin diyarkirin.
Li ser navê pêkhateyên KJA yên Wanê Sosyolog Alev Çelîk axivî û anî ziman ku wan di 1'ê Nîsanê de di çarçoveya kampanyayê de li hemû navçeyan komîsyonên "Di têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê de komîsyonên mayînde" ava kirine.
Çelîk diyar kir ku zîhniyetê "yek ziman, yek al, yek milet" bandor li civakê jî kiriye û encamên ji navçeyan bi dest xistin, aşkera kir. Alev Çelîk ragihand ku li hin navçeyan pirsgirêka herî mezin dehfdana ciwan û jinan ber bi fûhûşê ve ye, li hin navçeyan jî destavêtin, bikaranîn û firotina narkotîkê pirsgirêka herî cidî ye.
Çelîk da xuyakirin ku ji ber olperestiyê jin li malê hatine ragirtin û got, "Mehra di bin navê Îslamê de li zarokan tê kirin, rê li ber rewşên patolojîk vedike û ev yek jî dibe sedem ku di bin navê xwekuştinê de komkujî rû bidin."
'SÎSTEMA PERWERDEYÊ ÇAVKANIYA KOMKUJIYÊ YE'
Alev Çelîk da zanîn ku bandora sîstema perwerdeyê ya li ser ciwanan jî yek ji çavkaniyên komkujiya jinê ye û anî ziman ku Navenda Jiyanê ya Jinê û Serokatiya Federasyona Komeleya Jinê ya Tirkiyeyê, tevkariyê li têkoşîna li dijî van pirsgirêkan dikin.
Çelîk diyar kir ku Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojîn li 4 taxan bi 400 jinan re hevdîtineke rû bi rû kiriye, li ser 'hêmanên şîdetê' anket kiriye û wê encamên vê anketê di dawiya meha Hezîranê de temam bibin.