KJA: Em xwedî li jinên Kurd derkevin; li her cihî li ber xwe bidin

Tûncel di çalakiya KJA'yê de axivî û got, "sedema yekane ya krîza di dîroka Komarê de rû daye, pirsgirêka Kurd e, ku nayê çareserkirin." Guven jî got, jin wê li her cihî li ber xwe bidin.

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî zext, zordarî û operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

Polîsên Tirk hewl dan pêşî li çalakiya jinan bigirin, lê ji wan nehat. Li ser navê jinan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel daxuyanî da û got, "Waliyê li Amedê îro daxuyaniya me qedexe dike, ku ev daxuyanî mafekî me yê demokratîke. Yê ku sûc kirine em nînin. Sûcdar walî û hêzên emniyetê ne ku nahêlin em daxuyaniyê bidin. Yekane sedema krîza dîroka 93 salan a Komarê, pirsgirêka Kurd e ku nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hatine binçavkirin. Bi zext û zordariyê hewl didin KJA'yê bêdeng bikin. Ji ber ku em weke jinên KJA'yî dizanin ku şîdeta li vî welatî ya li dijî jinê şîdeta civakî nîne, şîdeta siyasî ye. Mîna ku Fatmagul Berktay jî dibêje; krîza heyî krîzeke zilamtiyê ye."

GUVEN: JIN WÊ LI HER CIHÎ LI BER XWE BIDE

Piştî Tûncel, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven axivî û got, "Hikûmeta AKP'ê dixwaze profîleke jinê ya li malê rûdinê û zarokan çêdike, bafirîne. Ji ber ku em weke jinên KJA'yî vê rewşê qebûl nakin û dixwazin li her qada jiyanê hebin, timî dibin hedefa êrîşan. Em ji vê derê careke din dibêjin; em ê li her cihî li ber xwe bidin."

'EM TÊKOŞÎNA JINÊ LI HER QADÊ BELAV BIKIN'

Li dû axaftina Tûncel û Guven daxuyaniya nivîskî ya KJA'yê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke xeleka dawî ya şîdeta dewletê, ku ji Tîrmeha 2015'an û vir ve dewam dike, êrîşa li dijî gel û nûnerên gel, polîtîkaya binçavkirin û girtinê ev 3 roj in gihîştiye asta herî bilind. Di 25'ê Cotmeha 2016'an de Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ku di Darbeya 1980'î de li zîndana Amedê 2 salan li dijî îşkenceyê li ber xwe da û du serdeman jî parlamenterî kir û Hevşaredar Firat Anli hatin binçavkirin û bi sedan polîsan avêtin ser avahiya şaredariyê.

Di 26'ê Cotmehê de, welatiyên ku xwedî li vîna xwe derketin û binçavkirin protesto kirin, li ber avahiya şaredariyê bûn hedfa êrîşa ava şid û gazê û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Di dema vê êrîşê de jin li refên herî pêş bûn û bi taybetî bûn hedefa êrîşan. Tevî gelek hevalên me yên jin, Hevberdevka KJA'yê Ayla Akat Ata jî bi lêdanê hat binçavkirin û serdana parêzer û malbatê bi 5 rojan lê hat qedexekirin. Piştî rojekê, polîsan hem avêtin ser mala Ayal Akat Ata, hem jî KJA'yê ku saziya sîwanî ya jinên Kurd e; belge, arşîv û kompûter desteser kirin.

Jinên ku li hemû qadên civakî bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin, têkoşîna xwe bi pêşengiya KJA'yê didomînin. Weke KJA em bang dikin ku xwedî li jinên Kurd bê derketin, destek ji wan re bê dayîn û têkoşîna jinê li her qadê bê belavkirin."

...