KJA: Em ê bibin pêşengê avakirina xwerêveberiyê
Encamnameya civîna dema navberê ya Meclîsa Timî ya KJA'yê hat aşkerekirin.
Encamnameya civîna dema navberê ya Meclîsa Timî ya KJA'yê hat aşkerekirin.
Di encamnameyê de hat ragihandin, ku di van rojên şîdeta dewletê û mêr derketiye asta herî bilind de, plansaziya 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û Newrozê hatiye derxistin û hat gotin, "Ji bo avakirina xwerêveberî û sîstema jinê, em hîn bi xurtî rola pêşengiyê hildigirin ser milê xwe."
Civîna Meclîsa Timî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) hat aşkerekirin. Di encamnameyê de hat ragihandin ku di civîna 1'ê Sibata 2016'an de pêvajoya siyasî û plansaziya sê mehên pêş ên heta civîna din hatiye derxistin û hat ragihandin, ku civîn bi biryardariya pekanîna xewn û xeyalên Sara, Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû jinên berxwedêr pêk hatiye.
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser konsepta şerê topyekûn a dewleta Tirk li Kurdistanê xistiye meriyetê û hat gotin, "Di çarçoveya vê konseptê de ji laiyekî ve li her devera Kurdistanê polîtîkayên komkujî û koçberkirinê tê meşandin, li aliyê din jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye şidandin. Civîna me ev tecrîd weke parçeyek ji konsepta şerê taybet û lingê bingehîn ê vî şerî tespît kiriye û destnîşan kirin, ku siyaseta komployê nayê qebûlkirin, weke KJA ew ê bi biryardarî li dij têbikoşin."
Di encamnameyê de hat ragihandin ku teslîmiyeteke siyasî û lînceke siyasî li hemberî jinan tê ferzkirin û hat destnîşankirin, di civînê de biryar hatiye dayîn li dijî vê zîhniyetê, xeta azadiyê di asteke bilind de bê meşandin û têkoşîn bi rêxistinbûyîneke xurt re were dayîn.
Di dewama danezanê de hat gotin, "Li dijî sîstema heyî ya tê ferzkirin û ji bo ji holê rakirina konsepta şer, divê hişmendiya berpirsyariya jinê û civakê were bilindkirin û li her qadê siyaseta demokratîk were pêşvebirin. Li qadên xwerêveberiyê jiyaneke nû tê afirandin. Ji bo ev jiyan veguhere bihara jinê, civîna me bi nêzîkatiya neteweya demokratîk re wê ji bo avakirina xwerêveberiyê û sîstema jinê, hîn bi hêztir rola pêşengtiyê hilgire ser milê xwe."
Di encamnameyê de hat destnîşankir, ku di çarçoveya plansaziya 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û Newrozê de wê mîtîng, meş, panel û civîn were lidarxistin.