KJA (Kongreya Jinên Azad) li ser rewşa girtiya nexweş Aysel Dogan a li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê weke endama Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Dogan bê berdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Aysen Dogan a ku bi têkoşîn û dildariya xwe ya ji bo aştiyê tê naskirin, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, bi kanser bizrê zarokan ketiye. Herî dawî piştî emeliyatê doktoran diyar kirin ku nexweşî derketiye asta 3. a ji 4 astan û rewşa wê gelekî krîtîk e" û ev hat xal destnîşankirin:
'YÊN DIXWAZIN PÊŞÎ LI AŞTIYÊ BIGIRIN EW GIRTIN'
"Aysel Dogan ji bo bibe çirûskek tevlî têkoşîna azadiyê bûbû. Ji bo kevokan ji bo aştiyê bifirîne tevlî vê têkoşînê bûye. Ew şopdarê Seyîd Riza ye. Li hemberî xiyanet, zilm, asîmîlasyon, tinekirinê serî netewandiye. Bû qîrîna azadiyê ya jinên Dêrsimê.
Di sala 1999'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke qasida aştiyê ji Ewropayê hat. Yên dixwazin pêşî li aştiyê bigirin ew girtin û şandin girtîgehê. Ev yek bendek li hemberî eşqa azadiyê ya jinên Kurd e. Derbûna nexweşiya kanserê li bedena Aysel Dogan, encameke dewletê rê li ber vekiriye."
DAXWAZA BERDANÊ
KJA'ê ragihand ku ew vê dîlgirtina Dogan qebûl nakin û xwest were berdan. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di dilê me de bîr û bawerî heye ku Aysel Dogan wê rehet bibe û bê nava me."