KJA: Bila Tokmak a rewşa wê giran e bê berdan

Kongreya Jinan a Azad (KJA) daxuyaniyek nivîskî da û got rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak her diçe giran dibe û diyar kir divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Kongreya Jinan a Azad (KJA) daxuyaniyek nivîskî da û got rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak her diçe giran dibe û diyar kirin ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fatma Tokmak bi îdîaya di 1996’an de sûcekî nekiriye, bi kurê xwe yê 2,5 salî Azad re hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat û ji ber îşkenceya giran a ku dît, di dilê wê de pirsgirêk çêbû. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Tokmak ji ber Tirkî nizanibû, xwest bi Kurdî îfadeya xwe bide. Lê beyî îfadeya wê bigirin, cezayê muebetê lê birîn. Di 2006’an de hatiye berdan lê dosyaya wê ya Dadgeha Bilind hatiye erêkirin û dîsa xistin girtîgehê. Rewşa wê niha her diçe giran dibe.

DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN

KJA’yê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê polîtîkaya xwe ya komkujiya girtîgehan bê navber dimeşîne û her roj agahiyên mirinan tên û wiha hat berdewam kirin: “Nebihistina vê qîrînê tê wateya ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng dimînin.  Em wek KJA’yî vê qebûl nakin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û em ji Fatma Tokmak re şifayê dixwazin.”